Mîhrîcana Ş. Bêrîtan bi coş dewam dike
Mîhrîcana Ş. Bêrîtan bi coş dewam dike
Mîhrîcana Ş. Bêrîtan bi coş dewam dike
6. Mîhracana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan, li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmur) bi şîara ‘Di xeta Şehîd Bêrîtan de rizgariya demokratîk û di xeta Şehîd Sara de avakirina jiyana azad’ şevê din jî bi hemû germahî û coşa xwe berdewam kir.
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan şevê din saet di 18:30’an de bi beşdarbûna hezaran kesî li Navenda TEV-ÇAND'a Wargehê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di mîhrîcanê de bê navber dirûşmên ‘Bijî serok Apo’, ‘ Bijî YPG û YPJ’ û ‘Şehîd namirin’ hatin qîrîn. Piştî rêzgirtinê koma Xebat ya ku ji Rojava hatibûn derket ser dikê û bi hunera xwe gel coşandin. Piştî wê, koma govendê ya Qereçoxê, koma govendê ya herêma Botan, koma govendê ya Dîcle û Firat bi cil û bergên herêmî derketin ser dikê û rastî eleqeyek germ a girseyê hatin. Piştî komên govendê bi rêzê ve hunermendên deng xweş ên wekî Rojvan Cesîm, Onder Denîz û koma muzîkê ya Zagros derketin ser dikê û heya direngiya şevê girseya gel li ber stranên hunermendan dîlan geran.
Mîhrîcan wê îşev weke şeva fînalê bi dawî bibe.