Mîhrîcana Karacadag bi dawî bû
Mîhrîcana Karacadag bi dawî bû
Mîhrîcana Karacadag bi dawî bû
2. Mîhrîcana Karacadag a bi şîara "Em bi deng û rengê hunera xwe ber bi jiyana azad ve diçin" 3 rojan li Wêranşarê hat lidarxistin bi konsereke bi coş bi dawî bû.
Li navçeya Wêranşar a Riha di navera 18-19-20'ê Cotmehê de 2. Mîhrîcana Karacadag a bi şîara "Em bi deng û rengê hunera xwe ber bi jiyana azad ve diçin" ku 3 rojan li Wêranşarê hat lidarxistin bi konsereke bi coş bi dawî bû. Bi hezaran welatî beşdarî konserê bûn. Qada konserê bi alên YPG'ê, HPG'ê, PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin. Koma Welatê Rojê ya Wêranşar, hunermend Halîmê Omerî û Mehmet Afşar jî derketin ser dikê û bi stranên xwe gel coşandin.
Paşê ciwanên rûyên wan girtî bi alên YPG'ê, HPG'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmayan derketin ser dikê û daxuyaniyeke kurt dan. Ciwanan gotin ku Tirkiye polîtîkayeke mijûlkirinê didomîne, t, gavan navêje û pêwîst e gel û ciwanên kurd neyên vê lîstikê. Ciwanan destnîşankirin ku ciwan bi Ocalan re pêş ketin û amade ne canê xwe ji bo Ocalan bidin.
Piştî axaftina ciwanan hunermend Engîn Xelîkan stranên xwe gotin. Konser bi stranên hunermendê ji Derya Reş Niyazî Koyuncu ku berdewam kir, herî dawî hunermend Erol Berxwedan derket ser dikê.