Mîhrîcan sembola berxwdana Şehîd Bêrîtan e
Mîhrîcan sembola berxwdana Şehîd Bêrîtan e
Mîhrîcan sembola berxwdana Şehîd Bêrîtan e
6. Mîhracan Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan, li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî bi şîara ‘Di xeta Şehîd Bêrîtan de rizgariya demokratîk û di xeta Ş. Sara de avakirina jiyana azad’ bi meşekê girseyî di bin pêşengtiya PAJK'ê destpê kir.
6. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan a ku her du salekê carekê tê lidarxitin îro saet di 09:00’an de li ber avahiya Şaredariya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî destpê kir. Bi hezaran jinên beşdarên meşê li dora wargehê geriyan û pişt re li Navenda a TEV-ÇAND'ê kom bûn.
Di dema meşê de pankarta “ ji mêtîngeriya zayendî û neteweyî re êdî bese”, “Em şoreşa rojava silav dikin” hat vekirin û sloganên “Bijî serok Apo”, “Jin, jiyan azadî”, “Ocalan” û “ Bijî berxwedan YPG û YPJ” hatin qîrîn. Piştî ku meş bi dawî bû, pêşengeha ku ji aliyê Weqfa Jinên Mexmûrê re hatî amade kirin ya hunerê dest û wêneyan hat vekirin. Vekirina pêşengehê bi deqeyekê rêz kirinê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê Endama Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Bermal Kara axaftinek kir û bal kêşand li ser girîngiya mîhrîcanê û got: “Di kesayetiya rêheval Bêrîtan de em hemû şehîdên xwe yên di Têkoşîna Rizgariya Gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dayîn, bibîr tînin. Şehîd Bêrîtan ji bo gelê Kurd tê wateya berxwedama li dijî xiyanetê. Ji ber vê yekê divê gelê kurd xwedî li xeta wê derbikeve.”
Kara di dawiya axaftina xwe diyar kir ku gelê Wargehê 6. Mîhrîcana Çand û Hûnera Şehîd Bêrîtan dikin diyarî ji bo hemû gelê li Rojavayê Kurdistanê ku li hemberî komên Çete li berxwe didin.
Piştî aviftinan pêşengeh ji aliyê dayîkên Şehîd ve hat vekirin û dayîkan diyar kirin ku ew vê mehrîcanê diyarî hemû dayîkên şehîd û gerîlayan dikin.
Li ser giringî û wateya Mîhrîcanê Mamoste Zeyneb Kara dîtinên xwe ji Ajansa ANF’ê vegotin û da diyar kirin ku armaca pîrozkirina vê mehrîcanê ewe ku girêdana xwe ya bi şehîdên Kurdistanê re bidîn diyar kirin û got : “Armaca meşa me ew bû ku em bersivek hin xurtir li hemberî paşverûtiya li hrmber jinê bidin diyar kirin. Mîhrîcan ji bo bîranîna Rêhaval Bêrîtan ne. Bêrîtan jî tê wate sembola xeta berxwedanê. Ji bo ku em bikarîn hêzek mezin a xeta heval Bêrîtan derxin holê me ev meş li darxistin.”
Der barê girîngiya meşê de endama Komîteya Amedekar Leyla Mihemed ji diyar kir ku armanca ew e ku hemû êrîşên li ser beden, fizîk û kesayetiya jinê li her çar perçeyên Kurdistanê şermezar bikin û destnîşan kir ku bi taybet xwestine piştgiriye bidin gelê Rojavayê Kurdistanê û êrîşên komên çete yên li ser wan û bi taybet fethên wan ên der barê Jinên Kurd de şermezar bikin.
Piştî vekirina pêşengehê şahiyê bi govenda jinan berdawam kir
6. Mîhrîcana Çand û Hûnerê ya Wargehê wê piştî nîvro saet di 16:30’an de destpê bike.