Meclîsa Ekolojiyê nerazîbûn nîşanî ranta li Amedê da
Hawirdorpêzên Amedî, nerazîbûn nîşanî avabûna li Geliyê Dîcle, Stadyuma Bajar û Kampusa Midûriyeta Herêmî ya Rêyên Bejayî dan û wê çalakiyê pêk bînin.
Hawirdorpêzên Amedî, nerazîbûn nîşanî avabûna li Geliyê Dîcle, Stadyuma Bajar û Kampusa Midûriyeta Herêmî ya Rêyên Bejayî dan û wê çalakiyê pêk bînin.
Hawirdorpêzên Amedî, nerazîbûn nîşanî avabûna li Geliyê Dîcle, Stadyuma Bajar û Kampusa Midûriyeta Herêmî ya Rêyên Bejayî dan û wê çalakiyê pêk bînin. Hevberdevkê Meclîsa Ekolojiya Amedê Ferat Demîroglu got: “Ev korîdor ji avabûnê re bê vekirin, tê wateya ku komkujiya herêma Ofîs û Yenîşehîrê.”
Ferat Demîroglu da zanîn ku ew li dijî avabûna li herêmên kesk ên bajar tên çêkirinê ne û got, divê baxçeyên Hewselê xwezayî bimînin û heta ji dest bê dikare ev baxçe sed sal berê çawa bû bila dîsa bînin wê rewşê û wiha got: “ Em li dijî avabûnek wisa ne. Çêkirina vê korîdorê tê wateya komkujiya Ofîs û Yenîşehîrê.”
LI BAJAR MECLÎSÊ EKOLOJIYÊ TÊN AVAKIRIN
Demîroglu wiha pê de çû: “Ev 6 meh e em wek meclîs xebatên ekolojîk dimeşînin. Gelek meclîsên ekolojîk li bajar hatine avakirin. Xebatên avakirina hinek meclîsên ekolojîk didomin. Em li dijî Porojeya Geliyê Dîcleyê derketin. Baxçeyên ku bi qasî dîroka Amedê kevnin li wir hene. Li cîhanê baxçeyên wek Hevselê yên xwezayî tinene. Baxçeyên Hewselê baxçeyê bajar yê xwezayî ye.”
Demîroglu bi lêv kir ku projeya Geliyê Dîcleyê dîtine û wiha pê de çû: “Wezareta Bajarvanî û Derdorê niha li ser projeyekê dixebite. Di projeyê de planên wekê kuluba hespvaniyê û her wekê din hene. Li Amedê rewşa civakî û aborî tê zanîn. Ev li Hevselê nabin. Ev bi fikarên bazirganî tên kirin. Dibêjin wê rêyên bisîkletan li wir hebin. Kuluba Bîsîkletê ya Amedê daxuyanî da û got ew ‘parkurê naxwazin, ji xwe dikarin li Hewselê bigerin’. Lê ew bi bazirganiyê nêz dibin. Çêkirina rêya bîsîkletê tê wateya çêkirina ocaxên çayê û kafeyan.”
KANÊN XÎZÊ WÊ HETA 2018’AN BÊN GIRTIN
Demîroglu di berdewamiyê de wiha got: “Li nêzî Fîskaya golek heye. Ev gol nêzî kana xîzê ye. Me der barê kana xîzê de bi şaredariyê re hevdîtin kir. Ruhsatên ku di kîjan dîrokê de hatine dayîn û belgeyên ku wê kengî bi dawî bibe, danîn ber me. Gotin heta ev ruhsat neqedin nekarin tiştekî bikin. Piştî biqedin jî wê destûrê nedin vê. Her kanek xîzê ruhsatên wan di salên cuda de diqede. Di 2018’an de yên hemûyan diqedin. Şaredariyê ji me re got wê heta dawiya 2018’an biqede.
Li herêma ji Cadeya Elezîzê heta Taxa Şehîtlîkê, korîdora Kampusa Rêyên Bejayî, Anitpark, Stadyum û Kampusa DSÎ’yê heye. Ji Bedenan şûn ve avabûnek destpê bike, di dawiya vê korîdorê de diqede û dîsa destpê dike. Ger ev korîdor ji avabûnê re vebe, ev tê wateya komkujiya herêma Ofîs û Yenîşehîrê. Ji ber vê em li dijî vê ne. Em li dijî xebata li wir in. Niha em li ser cadeya Ekîncîler nekarin bigerin. Piranî kes Cadeya Elezîzê tercîh dikin. Ji niha ve trafîk aloz e. Piştî AVM li vir bê çêkirini, wê gelek xerab be.
Divê ji bo fêdeya cemawerî dest nedin wê herêmê. Li wir çi bê çêkirin bila bê çêkirin em li dij wê ne. Nêzîkatiya me ev e. Em wek Meclîsa Ekolojiya Amedê li dij vê ne. Bila kes dest nedê. Em ê standên îmzeyan vekin. Em ê bruşoran belav bikin. Em li dij Wezareta Derdor û Bajarvaniyê ne. Ji ber ev raye destê wan de ye. Em ê bi rêyên rewa bertekên xwe bînin ziman.