Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a St.Gallen 2. Kongreya xwe ya Awerte pêk anî. Siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan ê di kongreyê de axivî got ku li ser esasê felsefeya Ocalan li her qadan rêxistinkirin girîng e.
Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a St. Gallen a Swîsre 2. Kongreya xwe ya Awerte pêk anî, biryar girt ku bi zanebûna pêvajoya siyasî ya tê re derbas dibin wê bi awayekî hê aktîftir tevlî xebatan bibin. Di kongreyê de siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan, Hevserokê Navendên Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsre Dervîş Arik, nûnerên Mala Gel û Komeleyên Elewiyan a St.Gallen jî di nav de gelek Kurdistanî beşdar bûn.
Di kongreyê de ji bo kesên di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin pêk hat û paşê têkildarî pêvajoya siyasî nirxandin hatin kirin. Siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan ê di kongreyê de axivî bal kişand ser girîngiya pergala Rojava ya li ser esasê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin. Ocalan, bal kişand ser pêvajoyê û got ku divê her kes li qadan bin.
Piştî axaftinan rapora xebatên salekê hat xwendin û hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinan de meclîseke ji 40 kesan pêk hat. Ji bo hevserokatiya meclîsê Riza Kilimç û Sevdet Erdînç hatin hilbijartin.