Mamostayê ku rastî heqareta Walî Cebîroglu hat jiyana xwe ji dest da
Mamosta Oz ê rastî heqareta Waliya Yalova Cebîroglu hat û ji sinifê hat qewitandin, di meşa ji bo wî dihat lidarxistin de jiyana xwe ji dest da.
Mamosta Oz ê rastî heqareta Waliya Yalova Cebîroglu hat û ji sinifê hat qewitandin, di meşa ji bo wî dihat lidarxistin de jiyana xwe ji dest da.
Waliyê Yalova Selîm Cebîroglu hefteya buhrî ji bo lêkolînan ku çû Lîseya Fenê ya Termal mamoste Halîl Serkan Oz ê endamê Egîtîm–Sen’ê bi sedema cilên serbest li xwe kirine ji sinifê qewitand û heqaret lê kir. Ji bo Oz meşek hat organîzekirin.
Oz di meşê de ku krîza dil derbas kir, rakirin nexweşxaneyê lê Oz jiyana xwe ji dest da. Îro piştî nimêja li Mizgefta Merkez wê li Goristana Bajêr a Yalova bê defnkirin.
MALBATÊ NERAZÎBÛN NÎŞAN DA
Bav Kemal Oz ê ji bo cenazeyê kurê xwe bigire çû nexweşxaneyê bertek nîşanî Walî Cebîroglu da û got, "Ez ji kurê xwe têr nebûm. Hûn ji Waliyê re bêjin, kurê min mir. Ev dinya jêre jî namîne. Bi vî awayî bêjin. Kezeba min dişewite.”
ÇI ÇÊBIBÛ?
Piştî qanûna serbestiya tûrbanê ya di gelemperiyê de serbest bû, li gor rêziknameya Egîtîm-Senê Oz ê bi cilên serbest hatibû dibistanê, rastî heqareta Waliyê Yalova Cebîroglu hatibû. Cebîroglu bi van gotinan heqaret li mamosta Oz kiribû û ew ji sinifê qewitandibû: "Ev çi por û rih e? Ti çawa mamoste yî? Eger mirov te li derve bibînin wê bêjin qey parsek e û wê pereyan bidin te… Eger hûn nikarin bi rê ve bibin dest ji kar berdin. Eger hûn bi zanebûn wiha dikin, hûn anarşîst in.”