Malbat tevî zarokên xwe ji bo Kurdî diçin dibistanê

Malbat tevî zarokên xwe ji bo Kurdî diçin dibistanê

Li bajarê Swîsre Jona ku girêdayî St. Gallenê ye malbat tevî zarokên xwe diçin qûrsê û fêrî zimanê kurdî dibin. Kûrsa ku ji aliyê Komeleya Hîndekariya Kurdî ve tê rêvebirin bi mamostetiya dê Hesen Huseyîn Denîz berdewam bike dike.

Li vê dibistana kurdî heşt malbat tevlî dersan dibin û xwendekar diyar dikin ku temenê fêrbûnê tune ye.

Dema ku malbat tevî zarokên xwe diçin qûrsê û ziman fêr dibin tahmeke xweştir digirin. Di dersan de ne tenê fêrî ziman dibin, fêrî çand, dîrok û nirxên xwe jî dibin.

Bi hev re strana Aram Tîgran û çîroka Şahmaran û Gur û Heft Karik û Tiştonekan jî fêr dibin. Mamoste Hesen Huseyîn Denîz jî da diyarkirin ku fêrbûna bi malbatî têkiliyên di navbera dê û bav û zarokan de pêşdetir dibe.

Derbarê xebatên qûrsa ziman de jî Mamoste Hesen Huseyîn Denîz ev agahî dan;

"Em vê kûrsê li Dibistana Fermî ya bi navê Schule Bollwies-Jona rojên Înê dimeşînîn.  Ji bo kurdan derfeteke grîng e, ev qûrs li ser daxwaza malbatên li Jona dijîn û bi hewildanên xurt ên xwendekara me Perîxan pêk hat. Em hêvî dikin ku hemû malbatên me yên li her derê bikevin nava hewildanên wiha û bibin xwedî qûrs û dibistan. Komeleya me ya Hîndekariya Kurdî bêyî ku cudahiyê bixe navbera parçe û ramanan perwerdeya ziman dide her kesê dixwaze kurdî fêr bibe. Niha li tevahiya Swîsre li şeş bajaran heyşt qursên me hene. em dixwazin xebatên xwe pêşdetir bibin."