Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Şahîn Oner hat vekirin
Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Şahîn Oner hat vekirin
Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Şahîn Oner hat vekirin
Navê Şahîn Oner ê 19 salî ku di protestoyên 15’ê Sibatê de panzerên polîsan pêlêkir û jiyana xwe ji dest da, li Lîceyê li Mala Piştgiriya Perwerdeyê hate kirin.
Ji bo vekirina Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya di bin banê Şaredariya Lîceyê de a bi navê Şahînê Oner ê ku di protestoyên 15’ê Sibatê de panzera polîsan pêlê kirî û jiyana xwe ji dest dayî merasima vekirinê hat pêkanîn.
Di merasimê de li gel rêveberên BDP’ê û Egîtîm Senê malbata Yildirim û Oner, Şaredara Lîcê Fikriye Aytîn, serokê BDP’a navçeyê Harûn Erkuş û gelek kesên din beşdarî merasima vekirinê bûn.
Di merasimê de Şaredara Lîcê Fikriye Ayîn axivtinek kir û destnîşan kir ku, hindekarî vegeraye xebatên bazirganiyê. Em wek şaredarên BDP’ê li himberî vê yekê wek alternatîf Mala Piştgiriya Perwerdeyê a bê pere vedikîn. Pişt re jî malbata Şahîn Oner û Medenî Yildirim dan diyar kirin ku, bi pêngavên Şaredariyê navê zarokên me bê mirin dibin û wiha gotin: “Divê dema pêvajoya ku em hatinê ku êdî navê şer nayê axaftin bila canê Şahîn û Yildirim bibin yê dawiyê. Bila li pey wan tû kesên din nemirin.”
Pirtûkxaneya ku di bin banê Mala Piştgiriya Perwerdeyê de navê Medenî Yildirimê ku di 28’ê Hezîranê de di dema protestokirina çêkirina qerekolê de ji aliyê polîsan ve hatî qetilkirin hat lê kirin.
Merasim bi nîşandana folklor û konsera Koma Hîvron bi dawî bû.