‘Lokmeya Xizir sembola piştevaniya komunal e’

Berdevkê Komeleya Elewiyan a Demokratîk ya Îzmîrê Suleyman Deprem da zanîn ku ‘Lokmeya Xizir’ sembola piştevaniya komunal a Elewitiyê ye û ji bo bernameya ku wê di 22’ê Sibatê de pêk bê bang kir.

Berdevkê Komeleya Elewiyan a Demokratîk ya Îzmîrê Suleyman Deprem  da zanîn ku ‘Lokmeya Xizir’ sembola piştevaniya komunal a Elewitiyê ye û ji bo bernameya ku wê di 22’ê Sibatê de pêk bê bang kir.

Di meha Sibata ku xweza ji nû ve zindî dibe, Elewiyên Qizilbaş jî zindîbûna xwezayê bi bernameya Xizir  pîroz dikin.  Elewiyên ku bawer dikin xweza rûh digire nav xwe bi ‘dema cemre dikeve av, xak û hewayê’ re li ocaxên xwe Lokmeya Xizir çêdikin, ceman digirin û çanda xwe ya hezar salî didomînin.  Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Îzmîrê (ÎDAD) ji bo vê baweriya xwe bidin jiyîn bernameya ‘Em Lokmeya Xizir belav bikin’ pêk tînin.

Berdevkê Komeleyê Suleyman Deprem der barê baweriya Xizir û bernameyê de ji ANF’ê re axivî.

Deprem diyar kir ku Xizir di baweriya Elewiyan de cihekî girîng digire û got ku Xizir li gorî erkana rêya xwe xwe temam kiriye, di alî dirûstbûn, samimiyet, rastbûnê de  kesekî gihandiye.

HEMÛ CEMREYÊN DIKEVIN DIYARÎ XIZIR TÊ KIRIN

Deprem anî ziman ku Xizir wek rêber û kesekî rizgarker tê dîtin û got: “Di felsefeya batinî ya Elewiyan de meha Xizir ku rastî meha Sibatê hatin gelek bi wateye.  Ji ber ku di meha Sibatê di hefteyekê de di alî zanyanî de ‘cemre’ tevlî av, xak, hewayê dibe û xwezayê zindî dike. Xizir di vê demê de organîzekirina jiyana xwe ji xwe re wek peywir dîtiye. Cemre dikeve avê piştre diçe hewayê û herî dawî dikeve xakê û bihar tê.  Ev cemre hemû diyariyên Xizir tên kirin.”

FIKRA MIROVÎ Û HEZKIRIN

Deprem got ku bernameya Xizir di hefteyên bi navber de pêk tên û got: “Sedema vê jî ev e ku ketina cemreyê ya av, xak û hewayê cuda ye. Her çiqas çanda Xizir di nav hemû olên semavî de bi cih bibû jî li gorî felsefeya wê ya afrîneriyê ne çandeke. Çanda Xizir, kesekî kamil ku di Elewitiyê de bi fikr û nêrîna xwe rizgarbûnê di xwe re digerin û xizmet û lokmeyên ku belav dike ye.

Deprem got gelek şaşe ku Xizir wek hebûneke derveyê fikr û hezkirinê tê fikirin û got: “Ji ber vê jî bi Elewiyan re bernameya Xizir gelek girînge. Di felsefeya Elewîde wateya ‘Xizirê Hal’ tê wateya ku bi temen, çand û kesayeta xwe ya xwedayetî tê qebûlkirin.  Ji ber vê yekê jî ji kalên tovê yên Elewiyan re Qalo an jî Pîr tê gotin.

CEWHERA DI PARVEKIRINA HEVPAR DE

Deprem destnîşan kir ku vegotina efsanewî ya Xizir ‘Xizirê Bozatiye’ û ji bo kesên ku di cîhanê de dikevin zor û zehmeteiya aborî dibe alîkar. Deprem wiha got: “Xizir  rizgarvanê hêmayên ‘Ehlî Maf e’ û divê ev wisa bê nirxandin. Lokmeya Xizir sembola piştevaniya komunale. Her kes ji beşek tiştên ku hilberandine tînin ji erkanê cemê re. Ev di heman demê de cewhera parvekirina hevpare.”

EM LOKMEYA XIZIR PARVE BIKIN

Deprem bi lêv kir ku li Navenda Kongreya Tepekule di 22’ê Sibatê de wê bernameya Xizir pêk bînin û got: “Em ê li vir Lokmeya Xizir belav bikin, li huzura Dîwana Pîran semahê bigerînin. Em hemû canan vexwendiyê parvekirina ‘Lokmeya Xizir’ dikin.