Li Wan û Nisêbînê kampanya perwerdeya zimanê dayikê destpê kir

Li Wan û Nisêbînê kampanya perwerdeya zimanê dayikê destpê kir

Di çarçoveya kampanya "perwerdeya zimanê dayikê" ya bi pêşengiya KURDÎ-DER'ê destpê kir, li Wan û Nisêbînê dezgehên berhevkirina îmzeyan hatin danîn. Îmzeyên werin berhevkirin, dê radestî Muduriyeta Perwerdeyê ya Milî bên kirin.

Li Wanê, kampanya îmzeyan a ji bo "perwerdeya zimanê dayikê" li ber Parka Feqiyê Teyran bi daxuyaniyeke çapemeniyê destpê kir. Hîndekar Bahattîn Karaman daxuyanî da û diyar kir ku pergala 90 salan a perwerdeyê pergaleke asîmîlekar e û got, "Serokwezîr Erdogan bi gotinên xwe "Perwerdeya zimanê dayikê dê welêt parçe bike" hewl dide pêvajoya çareseriyê ya 9 meh in dewam dike, têk bibe. Eger hûn dixwazin gelên Tirkiye û Kurdistanê li gel hev bijîn, divê hûn destpêkê Kurdî û zimanên din bikin zimanê fermî. Divê ji dibistana seretayî heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê."

Piştî daxuyaniyê ji bo pênc deqeyan çalakiya rûniştinê hat kirin û dûre dezgeha berhevkirina îmzeyan hat danîn. Bi vebûna dezgehê re şêniyên herêmê herikîn qadê.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê jî di çarçoveya kampanya "perwerdeya zimanê dayikê" ya bi pêşengiya KURDÎ-DER'ê de, li Parka Aştî û Parka Mûsa Anter dezgehên îmzeyan hatin danîn.

Seroka KURDÎ-DER Şaxa Nisêbînê Bêrîvan Baş di dema vekirina dezgehan de daxuyanî da û diyar kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo tevahiya civak û gelan mafê herî demokratîk e û got, "Em dibêjin, bi darê zorê dayîna perwerdeya bi zimanekî cuda ji zarokên me re, pêkanîneke antî-demokratîk e. Bêyî ku nêrîna civakê bêyî girtin, gelo bi zorê dikare perwerde bi zimanekî cuda bê dayîn? Em dixwazin tavilê guhertinên qanûnî bên kirin û hemû astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin."