Li Viyana ‘Turnuvaya Şehîdên Meha Gulanê’ hat lidarxistin
Li Awûstûryayê turnuvaya “Şehîdên Meha Gulanê” îro pêk hat.
Li Awûstûryayê turnuvaya “Şehîdên Meha Gulanê” îro pêk hat.
Li Awûstûryayê turnuvaya “Şehîdên Meha Gulanê” îro pêk hat.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê turnuvaya “Şehîdên Meha Gulanê” hat lidarxistin. Li Qada Rennwerger SV Spor a li 3. Herêma Viyanayê piraniya ciwan bi sedan Kurdistanî di turnuvayê de amade bûn. Turnuvaya Şehîdên Meha Gulanê her sal ji aliyê Ciwanên Azad ve ku tê lidarxistin îsal 10 taxim beşdar bûn.
Turnuvaya bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi kûraya rêza taximan dewam dewam kir. Piştî kûrayê li ser wate û girîngiya “Şehîdên Meha Gulanê” û turnuvayê axaftin hatin kirin û paşê maçan destpê kir.
Di turnuvayê de Ciwanên DÎDF bû yekemîn, FC Amedspor bû duyemîn, PYD Awûstûrya bû sêyemîn û Kobanêspor bû çaremîn. Di turnuvayê de YXK-HDP Spor ji ber di maçan de qet faul nekir û bi performansa nîşan da bi kupaya centîlmeniyê hat xelatkirin. Kupaya kalevanê herî baş jî kalevanê Kobanêspor wergirt.
Piştî ku taximan kûpayên xwe girtin hunermend Bawer Can derket ser dikê.