Li Venedîkê înkar û tunekirin tê lêpirsîn

Li Venedîkê înkar û tunekirin tê lêpirsîn

Di 55’emîn Venedîk Bienali de wênexîzê binavê Ehmed Guneştekîn ku pêşangeha binavê “Momentum of Memory” vekir, bi paşerojê re rû bi rû tê.

Di pêşangehê de vîdeoyên wênexîz ên Bellek, Înkar, Duduk û Dîl, enstalasyona binavê Recm û berhemê Yuzleşme cih girtin. Guneştekîn di pêşangehê de bal dikişîne ser polîtîkayên înkar û îmhaya li dijî mirov û xwezayê tê birêve birin.

Vîdeoya binavê ‘Dîl’, bi qemçî kirina peyvên Kurdî ên li ser texta reş destpê dike. Piştî dengê qemçiyan dengê zilamekê ku biqîr dibêje “Bi Tirkî bi Axive” peyre tê. Xebatên binavê ‘Duduk’ û ‘Înkar’ jî di serî de Kurdî, ji dervey Tirkî înkar û pêkutiya li ser zimanên din vedibêje.

Di vîdeoya ‘Bellek’ de jî dengê şahidên rastî ên sûcê mirovahî ê li Tirkiyeyê hatiye kirin û dîroka wan cih digire. Di enstalasyona binavê ‘Recm’ jî di qefesekî ji hêsîn û tejî peyvên Kurdî cih digire. Hunermend bi vî awayî têkiliya paradoksal ya ol û netewperestiyê derdixe. Berhema hunermend ya binavê ‘Yuzleşme’ ku ji 1500 perçeyan pêktê, li ser komkujiyên Enfal û Helebce ên li Başûrê Kurdistanê ye. pêşangeha li Venedîk Arsenale Docksê dê heta 25’ê Tebaxê berdewam bike.