Li Tirkiye û Kurdistan 2 hezar û 200 zarok girtîne

“Hewdana Bila Girtîgehên Zaroka bên Girtin” daxuyand ku li Girtîgehên Tirkiyeyê 2 hezar û 542 di girtîgehan de ne, ji wan 542 zarok hikûmxwar, hezar û 658 zarok jî girtî ne.

“Hewdana Bila Girtîgehên Zaroka bên Girtin” daxuyand ku li Girtîgehên Tirkiyeyê 2 hezar û 542 di girtîgehan de ne, ji wan 542 zarok hikûmxwar, hezar û 658 zarok jî girtî ne. Hewldanê ragiyand ku wan di çarçoveya kampanyaya ku ji bo girtina girtîgehên zarokan dane destpêkirin de 27 hezar îmze komkirine.

“Hewldana Bila Girtîgehên Zaroka bên Girtin” der barê xebatên xwe yên têkîldarî girtîgehên li Navenda Giştî ya ÎHD'ê daxuyanî da çapemeniyê. Endamê ÎHD’ê Huseyîn Kuçuk daxuyanî xwend û diyar kir ku di demekî nêz de zextên li ser zarokan ên li girtîgehên wekî Pozanti, Şakran, Kurkçuler, Antalya û gelek girtîgehên din pêk tê bala wan kişand li ser girtîgehên zarokan.

Kuçuk ragihand ku li girtîgehên Tirkiyeyê ji îro 2 hezar û 200 zarok hene û wiha berdewam kir: "Ji wan 542 hev hukumxar in hezar û 658 zarok jî girtî ne. Ev yek jî nîşan dide ku dewlet gelek caran serî li rêbasa girtinê dide." Kuçuk bilêv kir ku kampanyaya wan a ji bo girtîgehên zarokan bên girtin bi awayekî girseyî berdewam dike û wiha axivî: "Me di demekî kin de 27 hezar û 155 îmze komkiriye û ev îmzeyên ku hatine komkirin daye Midûriyeta Giştî ya Malên Tewqîf û Cezayê.”

Kuçuk anî ziman ku wan daxwazên xwe yên wek bila însiyatifa wan bikaribe li girtîgehan bigere û bila girtîgeh ji bo heyeteke serbixwe bên vekirin ji rayedarên dewletê re ragihandine. Kuçuk xwest ku ev daxwazên wan bên qebûlkirin.