Li Silêmaniyê konsera piştgiriya bi Rojava re

Li Silêmaniyê konsera piştgiriya bi Rojava re

Duh li bajarê Silêmaniyê ji bo piştevaniya bi gelê Rojavayê Kurdistanê re konserek hate dayîn. Hunermend Necmedin Xulamî û Nasir Rezazî dane diyarkirin ku, “Gelê Kurd yê li Sûriyeyê bi tekoşîn û berxwedanê destkeftiyên xwe bidestxistine.”

Duh danê êvarê li gorî demjimêra herêmî 18:00 de li Talara Hunerê a Silêmaniyê ji bo alîkariya bi gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê û yên koçî wir kirine, bi hevkariya saziya Leon Klups Înternational ve konserek ji aliyê hunermendên mezin, Necme Xulamî û Nasir Rezazî ve hate dayîn.

Hêjayî gotinêye ku, ev konser ji aliyê xelkê ku beşdarbibû ve weke pêngavên netewî û mêjûyî hate nirxandin. Konsera ku bi sedan kes tevlîbûn, ji Rojhilatê Kurdistanê jî beşdar bûn çêbû.

Hem hunremend û hem jî kesên ku beşdarî konserê bibûn ji me re hestên xwe anîn ziman. Hunermend Necme Xulamî û Nasir Rezazî diyarkirin ku, “Tekoşîn û berxwedana gelê Kurd a li Sûriyeyê destkeftiyên birûmet bi destxistine” her wiha balkişan ser, pêwîste hem hunremend û hemû kesekî ji bo xwe dibêjê ez kurdim bila alîkariya koçberên ji ber şêrê rejîma Sûriyeyê koçkirine bike û ev dem ew deme ku Kurd bi her şêweyekê xwedî li rûmeta xwe derbikeve”

Konser heta derengiya şevê bi çoşeke mezin dewam kir.