Li Rûsya tevgera çandê DAIŞ şermezar kir

Li Rûsya tevgera çandê DAIŞ şermezar kir

Tevgera Çand û Hunera Kurd a Qada Federasyona Rûsyayê bi daxuyaniyekê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi tundî şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tu hêzên tarî nikarin roja gelê Kurd tarî bike. 

Li Federasyona Rûsyayê li herêma Komara Xweser a Adigey endamê Tevgera Çand û Hunera Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kantona Kobanê, ku ev 21 roj in bi hemû dijwariya xwe dewam dike şermazar kir. Daxuyanî jia liyê endamên Tevgera Çandê, îro danê sibê saet di 10:00 de li avahiya Otonomiya çanda Kurd a Agirî hat dayîn.

Di daxuyaniya ku ji hêla hunermend Bermal Çem ve hat xwendin de hat diyar kirin ku ti hêzên reş nikarin desketiyên gelê kurd û tevgera gelê kurd a mafdar bikin qurbanî emelên xwe yên qirêj. 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yên li benda ketina bajarê Kobanê ne xwe bi xeyalên vala û pûç dixapînin û hat gotin, "Gelê Kurd bi keç û xortên xwe wê ti carî carî nehêle bajarê Kobanê bibe hêlîna çeteyên hov." Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hêzên navneteweyî hat kirin ku guh bidin dengê gelê Kobanê û piştgirî bidin Kurdan.