Li rojavayê Elmanyayê yekemcar hikumet bi Partiya Çep ava bû

Li Eyaleta Bremenê sosyal demokrat, Partiya Çep û Partiya Keskan hikumeteke koalîsyonê ava kirin. Bi vî rengî yekemcar wê li eyaleteke li rojavayê Elmanyayê Partiya Çep di nava hikumetê de hebe.

Hikumetên ji Partiya Çep heta niha bi giranî li eyaletên li rojhilatê Elmanyayê li Komara Elmanya ya Demokratîk (DDR) bûn. Halê hazir Eyaleta Thuringenê ji aliyê Bodo Ramelow ê Partiya Çep ve tê birêvebirin. Li Eyaleta Berlînê jî Partiya Çep, Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Partiya Kesk hikumeta koalîsyonê ava kirin.

Êdî li rojavayê Elmanyayê jî Partiya Çep di nava hikumeta eyaletekê de heye. Li Eyaleta Bremenê piştî hilbijartinên meha Gulanê hevdîtin ji bo avakirina hikumeta koalîsyonê dest pê kirin û di encamê de her sê partiyan metna lihevkirinê ya ji bo koalîsyonê bi rengekî fermî îmze kirin. Lê belê hîn nediyar e ku serkêşê eyaletê wê kî be. Ji ber ku doh di dema îmzekirina peymanê de Şaredara Bremenê ya SPD'î Carsten Sieling diyar kir ku wê îstifa kiriye.

Lê belê wezîfeyên li nava rêveberiya eyaletê eşkere bûn. Li gorî vê yekê wê senatoriyên Karên Hundir, Zarok û Perwerde, Zanistî, Bendergeh û Edaletê ji SPD'ê, yên Hawirdor, Îmar, Ragihandin, Civak, Ciwan, Ahengî û Sporê ji Partiya Keskan, yên Aborî, Kar û Ewropa, Tenduristî, Jin û Mafên Mezêxeran wê ji Partiya Çep re bin.