Li Rojava dibistanan dest bi sala nû ya xwendinê kir

Li Rojava dibistanan dest bi sala nû ya xwendinê kir

Li Rojavayê Kurdistanê serdema nû ya perwerdeyê destpê kir. Di dibistanên li gelemperiya Rojava de tevî dersên Kurdî, dê ji bo xwendekarên nû dest bi perwerdeyê dikin pola destpêkê bi Kurdî destpê bike.

Tevî hemû zehmetiyên jiyanî û ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê îro dibistanên Qamişlo mîna hemû bajar û gundên Rojava deriyên xwe vekirin û pêşwaziya xwendekaran kir.

Xwendekarên hemû astan berê xwe dan dibistanan. Taybetmendiya îsal ji salên berê diruşmeyên partiya Baas ne hatin avêtin.

Tevî dersên Kurdî, dê ji bo xwendekarên nû dest bi perwerdeyê dikin pola destpêkê bi Kurdî destpê bike.