Li Qamişlo li 70 dibistanan dersên Kurdî têne dayîn
Li Qamişlo li 70 dibistanan dersên Kurdî têne dayîn
Li Qamişlo li 70 dibistanan dersên Kurdî têne dayîn
Li bajarê Qamişlo û gundên derdor yên Rojavayê Kurdistanê dersên Zimanê Kurdî di 70 dibistanên fermî de tê dayîn. Di van dibistanan de 277 mamoste ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî hatine erkdarkirin.
Endama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Semîra Hec Elî diyar kir ku, li bajarê Qamişo û gundên wê Zimanê Kurdî di 70 dibistanî de tê dayîn. Semîra destnîşan kir ku, 6 dibistan li taxa Hilêliyê, 9 Xerbî, 11 Qudurbeg, 9 Enteriyê, 12 Kornîş, 9 Qenat Siwês bi kurdî dersa didin û li gundên Qamişlo jî li hîmo 2, Nayîf Korê Skro yek, Nayîd Kura Dorkş yek, Til Şiîr yek, Nîv yek, Kutye yek, Elî Fero yek, Kir Sor yek, Agola yek û Mele Sibat yek dersên bi kurdî tên dayîn.
Semîra Hec Elî da zanîn ku, wan wekî SZK'ê 277 mamosteyên Zimanê Kurdî ji bo van dibistanan erkdar kirine.