Li Pasûrê ji bo qursa kurdî eleqeya mezin
Li Pasûrê ji bo qursa kurdî eleqeya mezin
Li Pasûrê ji bo qursa kurdî eleqeya mezin
Qursa zimanê Kurdî ya ku li navçeya Amedê Pasûr hate vekirin rastî eleqeyek mezin hat. Rayedarên Navenda Çand û Hunerê ya Andok, ku lê qurs tê dayîn gotin, "Emê hem daxwaza xwe ya ji bo perwerdeya zimanê dayikê bînin ziman, hem jî emê bi hêz hînî zimanê xwe bibin û bidin hînkirin.”
Navenda Çand û Hunerê ya Andok, ku yekemîn navenda çand û hunerê ya Pasûrê ye, bi eleqeyeke mezin qursên perwerdeya bi zimanê dayikê dide.
Li çar polên bi navê Apê Mûsa, Aram Tîgran, Celadet Elî Bedirxan û Ehmedê Xanî, ji aliyê hîndekarên Kurdî-Der'ê ve wane tên dayîn.
Der barê qursên ku 120 xwendekar lê perwerdeya bi zimanê dayikê dibînin de Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Andok Omer Zengîn agahî da û diyar kir ku xebatên perwerdeya bi zimanê dayikê pîroz in û got, "Siyaseta înkar û tinekirinê ya li dijî Kurdan, bi rêbazeke zirav tê meşandin. Perwerdeya bi zimanê dayikê hînê bi destûra bingehîn nehatiye ewlekirin û di fermiyetê de nehatiye pejirandin. Ev yek jî nîşan dide ku tê xwestin; siyaseta înkar û tinekirinê bi awayekî şermok be jî, bê meşandin."
Zengin ku diyar kir ewê têkoşîna perwerdeya bi zimanê dayikê dewam bikin û wiha dewam kir: “Emê perwerdeya bi zimanê dayikê bixwazin û hem jî xebatên fêrbûna zimanê dayikê û berfirehkirina wê hîn zûtir pêş bixîn.”
Zengîn bal kişande ser eleqeyekî mezin a fêrbûna bi zimanê kurdî û diyar kir ku, ji ber ji sedî 15 yê qursiyerên wan Tirk in, ew kêfxweş in.