Li Parîsê ji bo avhewayê rewşa derasayî hate ragihandin

Piştî gelek bajarên li pêş ên cîhanê li Parîsê jî, ku li Fransayê bajarê ku hewaya pir gemarî ye, ji bo avhewayê rewşa derasayî hate ragihandin.

Di civîna Meclîsa Makebajar a Parîsê de ji bo geşkirina hesasiyeta ciwanan a li ser mijarên avhewayê û derdorê biryar li ser avakirina ''Akademiya Avhewayê'' hate dayin. Di heman civînê de li gel akademiyê hate ragihandin ji bo Parîsê ''ji bo avhewayê rewşa derasayî'' hatiye ragihandin.

Bi biryara navborî armanc ew e ku armancên Peymana Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ku Kanûna 2015'an li civîna COP21'ê hatibû qebûlkirin, were pêkanîn.

HEVŞIBA PANELA GUHERÎNA AVHEWAYÊ TÊ AVAKIRIN

Bi biryara Meclîsa Makebajar a Parîsê wê lijnekeyek bi navê ''Gîec Parîs'' were avakirin, ku ''Gîec'' kurtkirina bi Fransî ya Panêla Guherîna Avhewayê ye. Ev lijne wê ji pisporen iklimê û bajarvaniyê û her wiha ji sosyologan pêk were û ji bo pêkanîna polîtîkayên avhewayê wê şêwr bi wan were kirin.

GELEK BAJARAN BIRYARÊN HEVŞIB STANDIBÛN

Ji beriya Parîsê li gel Parlamentoya  Brîtanyayê, ku hikim li ser dabû mijara avhewayê êdî hatiye ber rewşeke taloke, meclisên bajaran ên Londra, Basel, Oakland, Los Angeles û Vancover jî ji bo avhewayê rewşa lezgîn ragihandibûn. Herî dawî bajarê Konstanzê ya Elmanyayê biryareke wiha standibû.