Li Parîsê hezaran dewleta Tirk protestokirin

Êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk li hember Herêmên Parastinê yên Medya, operasyonên qirkirina siyasî û komkujiya Pirsûsê li Parîsê ji aliyê hezaran ve hat şermezarkirin.

Êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk li hember Herêmên Parastinê yên Medya, operasyonên qirkirina siyasî û komkujiya Pirsûsê li Parîsê ji aliyê hezaran ve hat şermezarkirin.

Di çalakiyê de  gelek rêxistin û saziyên wek ACTÎT, SKB, Navendên Civaka Demokratîk a Kurd, FEDA, Tevgera Jinên Kurd, Ciwanên Sosyalîst, FUAF, Partizan, Odak, Bîr-Kar, NPA, Eniya Çep , komeleyên xwecihî ku amade bûn, saet 14.00’an li Gare de L'Est destpê kir.

Girse bi sirûdan saet 14.30’î dest bi meşê kir. Girse bi dirûşman hat Qada Republique. Gelek rêxistinên Fransî ku bi flamayên xwe beşdarî meşê bûn, di axaftinên meşê de polîtîkaya şer a AKP’ê û hevkariya AKP’ê ya bi DAIŞ re hat teşhîrkirin.

Dema girse hat Qada Republique ji bo şehîdan rêzgirtin pêk hat.

Di axaftinên mîtîngê de axaftvanan bal kişandin ser têkiliyên qirêj ên di navbera dewleta Tirk û DAIŞ’ê de.

Mîtîng bi sirûd û dirûşman bi dawî bû. Çapemeniya Fransa jî bi awayekî zêde mîtîng şopand. 

...