Li Mûş, Enqere, Amed û Şirnexê protestoya komkujiyê
Komkujiya Pirsûsê li Mûş, Şirnex, Enqere û Amedê hat protestokirin. Polîsan êrîşî protestoya li Gimgimê kirin.
Komkujiya Pirsûsê li Mûş, Şirnex, Enqere û Amedê hat protestokirin. Polîsan êrîşî protestoya li Gimgimê kirin.
Komkujiya Pirsûsê li Mûş, Şirnex, Enqere û Amedê hat protestokirin. Polîsan êrîşî protestoya li Gimgimê kirin.
MÛŞ
Li navçeya Gimgim a Mûşê bi sedan kesên ji bo şermezarkirina Komkujiya Pirsûsê li navenda bajêr hatin gel hev, rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hatin. Girseyê jî bi keviran bersiv dan êrîşa polîsan. Pevçûnên li navçeyê didomin.
ŞIRNEX
Li Cizîrê ji bo Ugur Ozkan yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da meş hat lidarxistin û mewlûd hat dayin. Berî mewlûdê bavê Ozkan Mehmet Ozkan diyar kir ku kesê serê xwe li ber zilmê ditewîne Xwedê lenetê lê dibarine û wiha axivi: "Me her tim li hemberî zilmê serê xwe bilind kiriye."
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo Ugur Ozkanyê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da bi pêşengiya MEYA-DER'ê mewlûd hat dayin. Welatiyên li ber avahiya HDP'ê kom bûn pankarta wêneyê Ugur Ozkan li ser vekirin û bi alên KCK'ê û YPG'ê dest bi meşê kirin. Di meşê de parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Faysal Sariyildiz, Leyla Birlik, Aycan Îrmez, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, rêveber û endamên rêxistinên HDP'ê û DBP'ê sedan hemwelatî amade bûn. Girseyê dirûşmên "Şehîd namirin", "Ey şehîd xwîna te li erdê namine" û "Bijî berxwedana Kobanê" berz kirin.
'DI ÇENTEYÊN WAN DE TENÊ MIROVAHÎ HEBÛ'
Girse piştî gihiştî Mala Gel a Cûdî rêzgirtin pêk hat. Piştre Hevserokê Şaxa MEYA-DER'a Cizîrê Mele Kasim Yîgît axivî û diyar kir ku kesên hov xwestin alikariya ji bo Kobanê diçe rawestînin û ew ê her tim piştgirî bidin ava kirina Kobanê. Yîgît destnîşan kir ku ciwanên ji bo Kobanê hatine cem hev pêlîstokên zarokan bi xwe re anînûn û di çenteyên wan de tenê mirovahî hebû. Yîgît bilêv kir ku ciwanên Kurd û yên Tirk xwe dan hev û xwestin bajarê birîndar derman bikin.
'DEWLET NAXWAZE KANTONÊN ROJAVA BIGIHÊJIN HEV'
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bertek nîşanî polîtîkayên AKP'ê da û got hikûmet çiqas têk diçe ewqas hov dibe û wiha got: "Divê êdi hemû gelê me ji bo parastinê xwe amade bike. Ev dewlet me naparêze. Em Kurd îro hêzek mezin in. Divê em hişyar bin." Sariyildiz ani ziman ku dewlet dixwaze bi provokasyonan bikeve Rojavayê Kurdistanê û wiha axivi, "Niha li bajarê Kîlîsê dibêjin leşkerek miriye û dibe ku dewlet bikeve Rojavayê Kurdistanê. Em baş dizanin ku çavên dewletê li kantonên Rojava ye. Dewlet naxwaze Kantonên Rojava bigihijin hev."
'ME DEST DAYE HEMÛ KESÊN BİNDEST'
Bavê Ozkan Mehmet Ozkan jî sersaxî ji bo hemû gelê Kurd xwest û diyar kir ku yek Ugurê wî tenê hebû lê niha bi hezaran û Ugur hene. Ozkan da zanîn ku kesê serê xwe li ber zilmê ditewîne Xwedê lenetê lê dibarine û wiha axivi, "Me her dem li hemberî zilmê serê xwe bilind kiriye. Me dest daye hemû kesên bindest. Me sekna Botaniyên serhildêr li bajarên Tirkiyeyê baş nîşan da. Botan jî li me xwedî derket lewma em gelek keyfxweş in."
Piştî axaftinan endamên Komeleya Alimên Botanê mewlûd xwendin.
ENQERE
Lîseyiyan Komkujiya Pirsûsê bi meşeke bi dirûşmên “Wê hesabê komkujiyê lîseyî bipirsin” protesto kirin. Ciwanên lîseyî yên di nava wan SGDF, Dev Lîs û Yekîtiya Xwendekarên Lîseyî jî hebûn li avahiya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP)’ê ya Enqereyê hatin gel hev pankarta “Silav ji kenên li Pirsûsê bûne nemir re” vekirin, ji Cadeya Yuksel heya Cadeyên Meşrûtiyet û Mîthatpaşa meşiyan. Komê li Cadeya Yukselê li ber Bîrdariya Mirovahiyê daxuyanî dan û komê li vir standa wêneyên kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane hilgirtin.
Bi navê komê Ûmût Şanli axivî û bal kişand ku hevalên wan ên xwestin bibin hêvî ji zarokên Kobanê rastî êrîşan hatin û got, “Di nava kesên hatine qetilkirin de hê hevrêyên me yên ku di çavên dayikên xwe de zarok in jî hebûn. “ Şanli diyar kir ku wê têkoşîna wan ciwanan bidomînin û got, “Em ê Şoreşa Kobanê heya dilopa dawî ya xwîna xwe biparêzin.”
AMED
Gelek welatî tevlî daxuyaniya li pêşiya avahiya DBP’ê ya navçeya Çinar a Amedê bûn. Hevserokê DBP’ê yê Çinarê Hayat Akyol daxuyanî da û êrîşa pêk hat weke “Êrîşeke ku ti nirxan nas nake û hovane” bi nav kir. Akyol da zanîn ku pêwîst e hêzên ku DAIŞ kirin bela sere Kurdan li deverên dûr negerin û wiha axivî, “Ev kes ew kes in ku dema êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê keyfxweşiyên cejnê yên weke ‘Kobanê ha ket dikeve’ kiribûn. Kesênu TIR’ên tijî çek ji DAIŞ’ê re şandine. Zîhniyeta AKP’ê ya piştgiriya xwe bi gotina ‘PYD ji DAIŞ’ê bi tehlûketir e’ kêm nekirine.”