Li Mûnîhê di meşa avhewayê de Heskîf hate destnîşankirin

Li Mûnîhê ya Elmanyayê ciwan û zarok neçûn dibistanê û tevlî meşa ji bo avhewayê bûn.

Li Meydana Max- Joseph a Mûnîhê di çalakiya ''Frîdays for Future'' (Ji bo siberojê Înan) ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Dr. Vîldan Seçkîner axivî.

Seçkîner bal kişande ser hêlên negatîf ên aborî û polîtîk ên Bendava Ilisûyê ya li ser Çemê Dîclê û bang li raya giştî û dewleta Tirk kir ku projeya Bendava Ilisûyê rawestînin, Heskîf û derdora wê ku ji 10 krîterên mîrateya çandî ya UNESCO'yê 9'an jê vedihewîne, bi vê projeyê hatiye hilweşandin. Seçkîner bang kir ku pêşî li vê rewşê were girtin.

Di çalakiyê de Komuna Jinan a Sara jî hebû.