Li Moskowa civîna bi mijara Kurdistan

Saziyên Kurd ên li Rûsya xebatan dimeşînin, bi armanca nirxandina peşveçûnên siyasî yên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê civîneke çapemeniyyê li dar xistin.

Saziyên Kurd ên li Rûsya xebatan dimeşînin, bi armanca nirxandina peşveçûnên siyasî yên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê civîneke çapemeniyyê li dar xistin. Ligel TV û rojnamevanên navdar ên Rûsya gelek akademîsyen û rewşenbîr jî di civînê de amade bûn.

Li paytexta Federasyona Rûsya Moskowa bi armanca nirxandina peşveçûnên li siyasî yên li Rojhilata Navîn û Kurdistan û piştevaniya çapemeniyê ya Kurd-Rûs civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Civîna çapemeniyê ya bi organîzasyona Yekîtiya Saziyên Civakî ya Kurd a Navneteweyî û Otonomiya Neteweyî û Çandî ya Kurd a Rûsya pêk hat, sazî û dezgehên navdar ên Rûsya, Rojnameya Kommersant, Ria Novosti, Russia Today, Krasnoi TV û rojnameya wê jî di nav de, analîstê siyasî Prof. Zaharov Vlademir, endamê Navenda Lêkolîn û Pêşxistinê ya Stratejîk a Rûsya Tîratîmçuk Grîgorî Pavlovîç, Serokê Enstîtuya Lêkolînê ya Welatên Rojhilata Navîn Stanîslav Tarasov, endama Navenda Lêkolînên Stratejîk Anna Glazova, endamê Akademiya Zanistê ya Rûsya Kîrîl Vertyaev, Nûnerê PYD’ê yê Rûsya Ebd Selam Elî jî di nav de akademîsyen û rewşenbîr amade bûn.

Di civîna li Mala Kurda hat lidarxistin axaftina yekemîn ji aliyê Serokê Yekîtiya Saziyên Civakî ya Kurd a Navneteweyî Merab Şamoyav ve hat kirin. Şamoyev di axaftina xwe de got ku di salên dawî de, Kurd li Rojhilata Navîn bûne faktora bingehîn a hevsengiya siyasî ya li Rojhilata Navîn û wiha axivî: “Di salên dawî de li Rojhilata Navîn pêşveçûnên hevsengiya siyaseta cîhanê biguherîne pêk hatin. Bi taybet dema em li sala dawî dinêrin, tê dîtin ku pêşveçûnên berjewendiyên gelek dewletên bi kok bi awayekî cidî dixin tehlûkeyê. Niha li hêza esasî li Rojhilata Navîn Kurd in. Teoriyên komploger ên ji bo pêşketina Kurdan asteng bikin ji aliyê hin hêzan ve hatin kirin, di pratîkê de bi ser neketin. Çeteyên DAIŞ ên ji aliyê hêzên navneteweyî ve bi armanca destketiyên gelê Kurd ên li Rojava û Iraqê ji destên wan bên derxistin û bên lewazkirin hat avakirin jî li hember berxwedana Kurd serî tewandiye. Pêwîst e Kurd tevlî siyaseta navneteweyî bên kirin û muxatab bên girtin. Li ser vî esasî pêwîst e dewletên pêşengiya siyaseta cîhanê dikin jî polîtîkaya xwe ya têkildarî Kurdan li ber çavan re derbas bikin.”

Nûnerê PYD’ê yê Rûsya Ebd Selam Elî jî got: “Li gelek deverên Rojava hê jî şer û pevçûn didomin. DAIŞ bi awayekî zêde şkest û ji deverên ku Kurd zêde lê hene hatin derxistin. Lê belê DAIŞ hê jî ji bo Kurdistanê tehlûke ye. Ji bo ev tehdît bê rakirin pêwîstî bi koalîsyoneke bihêz heye. Bi koalîsyona heyî re mesafeyek hat girtin. lê ez wer difikirim ku pêwîst e ev tifaq bihêztir bibe û pêş bikeve.”

Rojnamevanên tevlî civînê bûn têkildarî Rojava û hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistan ûTirkiyeyê pirs kirin. Piştî rûniştina pirs û bersivan akademîsyen û rewşenbîran nêrînên xwe yên têkildarî Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi pêkhateya civînê re parve kirin. Serokê Enstîtuya Lêkolînan a Welatên Rojhilata Navîn Stanîslav Tarasov got: “Kurdan li Rojava bi berxwedaneke xwedî teqdîr ji tevayî cîhanê re ragihandin ku hene û wê li hember neheqiyê serî netewînin. Niha jî dor a Kurdên li Tirkiyeyê ye. Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de dor a wan e ku morê li dîrokê bidin.”  

...