Li Mexmûrê Mihrîcana 4’ê Nîsanê bi dawî bû
Li Mexmûrê Mihrîcana 4’ê Nîsanê bi dawî bû
Li Mexmûrê Mihrîcana 4’ê Nîsanê bi dawî bû
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem (Mexmûr) 11’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê bi coşeke mezin bi dawî bû.
Li wargeha Mexmûrê Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya bi munasebeta Salvegera Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her sal bi organizasyona Saziya Perwerdeyê tê li darxistin û bi aktîvîteyên cur bi cur tê birêvebirin bi coşeke mezin di roja sêyemîn de bi dawî bû.
Mîhrîcan piştî nîvro li Qada TEV-ÇAND’ê ku berdewam kir derketina ser dikê ya koma Şehîd Arîn re coşa gel bilind bû. Paşê bi pêşbirkên hêk, mast û sêvan kêliyên kêfxweş hatin jiyîn. Dengbêjên xwendekarên dibistanên seretayî jî rengê xwe dan şahiyê.
Peyama ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve ji bo pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê ji gelê Kurd re hatibû şandin dema hat xwendin gel li ser piyan bi baldariyeke mezin guhdar kir. Dema peyam qediya dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “4’ê Nîsanê li Rêber pîroz be” qad hejand.
Paşê bername bi lîstika şanoya ku ji aliyê xwendekarên seretayî hatibû amadekirin berdewam kir. Hunermend Erol Berxwedan û Koma Botan a Rojava coşa heyacana mîhrîcanê gihandin asta herî jor. Mîhrîcan bi dîlan, xelatdayîna xwendekarên ku di pêşbirkan de bibûn yekemîn, duyemîn û sêyemîn û dirûşmayên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû. Fîşekên hewayî jî coşeke cuda da mîhrîcanê.