Li Mexmûrê coşa Mihrîcana 4’ê Nîsanê
Li Mexmûrê coşa Mihrîcana 4’ê Nîsanê
Li Mexmûrê coşa Mihrîcana 4’ê Nîsanê
Bi wesîleya Salvegera Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja sêyem de Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya kampa Mexmûrê gihişt asta herî bilind.
Li Wargeha penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) mîhrîcan di roja sêyemîn de li Qada TEV-ÇAND a wargehê bi koroya xwendekarên seretayî ku derketin ser dike, sirûda neteweyî û bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistanê dest pê kir. Pasteya rojbunê ji aliyê endamên Meclisa gel û xwendakarên dibistana dayikê ve hat qutkirin.
Xwendekarên dibistana Şehîd Mihemed Karasungur helbestên xwe yên ji Rêberê Gelê Kurd nivîsandibûn xwendin.
Ji bo giringî û wateya rojê mamosta Sediq Kara daxuyakirin ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd şiyarbûna gelê Kurde û wiha berdewam kir:
“Her çiqas Serokatî ne navmede ye jî, em doz û têkoşîna Rêberê xwe ya ji bo me nîşan kiriye de dimeşin. Em wek gelê wargehê çiqasî têkoşina xwe bilind bikin, ewqasî em ê zû bigihin serketinê.”
Kara herî dawî got, “Gelê Kurd ê îro berbi Amara dimeşin silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin. Paşê xwendekarên dibistana dayikê helbestên xwe xwendin. Mîhrîcan bi pêşbirka dibistanê seretayî ya xort û keçan a telîsan hat berdewamkirin. Piştre dilanên her çar dibistanên seretayî hatin temaşekirin. Mihrican piştî nivro bibernameya xwe ya dewlemend didome.