Li Lînzê ji bo 9 şervanên YPG’ê taziye

Li lînzê ji bo 9 şervanên YPG’ê yên di berxwedana kantonên Cizîrê û Kobanê yên Rojava de jiyana xwe ji dest dan taziye hat danîn.

Li lînzê ji bo 9 şervanên YPG’ê yên di berxwedana kantonên Cizîrê û Kobanê yên Rojava de jiyana xwe ji dest dan taziye hat danîn.

Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê, ji bo şervanên YPG’ê yên li kantonên Cizîrê û Kobanê yên Rojava jiyana xwe ji dest dan taziye hat danîn. Di axaftinên taziyeyê de hat diyarkirin ku li Rojava li hember çeteyên DAIŞ’ê berxwedanek hatiye jiyîn û destanek hatiye nivîsandin. Ji bo şervanê YPG’ê Fehî Xelî (Kazar) ê di vê berxwedanê de jiyana xwe ji dest da saet 14.00’an li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lînzê ji aliyê malbatê ve taziye hat danîn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Apê şervanê YPG’ê Abdulrahman Rezan axaftinek kir.

Vefa Gwan ku li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lînzê axivî diyar kir ku serketina HDP’ê bi saya kesên li Girê Spî ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest dan pêk hatiye.

Berpirsyarê PYD’ê yê Lînzê Rêzan Xelîl jî got: “Serê malbatên şehîdan û gelê Kurd sax be.”

Xelîl da xuyakirin ku piştî Girê Spî hat stendin berxwedana Kobanê hê watedartir bûye.

Bîranîn piştî axaftinan bi xwarina taziyeyê bi dawî bû. 

...