Li Kurdistan û Tirkiyeyê Komploya 15'ê Sibatê tê lanetkirin

Li tevayî Kurdistan û Tirkiyeyê bi armanca şermezarkirina 16'emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat gel daketin qadan.

Li tevayî Kurdistan û Tirkiyeyê bi armanca şermezarkirina 16'emîn salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat gel daketin qadan. Gel bi çalakî û xwepêşandanan azadiya Ocalan diqîrin û lanetê li komploya navneteweyî û komplogeran dibarîne.

KOBANÊ

Bi sedan Kobaniyên li qada şehîdan civiyan, alên TEVDEM, YPG/YPJ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û dirûşmên "Bijî serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" qîriyan. Li qadê pankratên "Kes nikare roja me tari bike" û "Tekoşina jina azad serokatiya Rêber Apo" hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê li ser navê TEVDEM'ê Îsa Kobanê axivî û komploya navneteweyî şermezar kir û wiha got: "Yên Rêberê me dîl girtin û hesab kirin ku bi dîlgirtinê re wê vîna gelê kurd teslîm bê kirin, li pêşberî meşa têkoşîna azadiyê vala derketin. Gelê kurd bi felsefeya Rêberê xwe hişyar bû, xurt bû û meşiya."

Kobanê anî ziman ku yên xwestin bi êrîşên li hemberî şoreşa Rojava re vê komployê dewam bikin, li Kobanê careke din vala hatine derxistin û wiha got: "Tevgera bi îdeolojiya Birêz Ocalan hebûna xwe dewam dike, li Kobanê careke din îspat kir ku ti carî têk naçe." Li ser navê malbatên şehîdan Mistefa Îto jî diyar kir ku hêza li Kobanê serkeftî ya Ocalan e.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku salvegera 16’emîn a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi hêrs, nifrîn û di heman demê de bi biryariya têkoşînê tê pêşwazîkirin û wiha hate berdewamkirin: “Komplo êrîşeke stratejîk e ku di kesayetiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî yekîtiya demokratîk, azadî û hebûna gelên Kurdistan, Mezopotamya û Anatoliyê hatiye kirin û îro ev yek bi awayeke zelal derketiye holê. Komplo ya 15'ê Sibatê ku hedef dikir gelê kurd û tirk bi hev bide qirkirin û kaosê derxîne bi berxwedana 16 salan a Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan a li Îmraliyê re ev hatiye pûçkirin.”

KCD’ê di daxuyaniyê de bal kişand li ser asta têkoşîna azadiya gelê kurd a ku gihîştiye û destketiyên li zemîna têkoşîna demokratîk a li Tirkiyeyê hatine afirandin û wiha hate berdewamkirin: “Di şexsê Rojava-Kobanê de berxwedana dîrokî û destanî ya rêveçûna pêşketin û hevsengiyan guherand, bersiva şênber û zelal a gelên me ya li dijî komploya navneteweyî ye."

KCD'ê da diyarkirin ku ku pûçkirina komploya navneteweyî bi temamî, bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e û destnîşan kir ku ew ê li gorî vê rastiyê têkoşîna demokrasî û azadiyê li her qada jiyanê xurtir bikin.

WAN

Li Wanê di çalakiyên di çarçoveya şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Bi deh hezaran welatiyên li navçeyên derdor hatin li parka Feqiyê Teyran hatin cem hev çalakî lidarxistin. Welatiyên tevlî çalakiyê bûn bi cilên reş li xwe kirin. Dîsa li cihên çalakiyên gelek wesayîtên zirxî yên polîsan li qadê hatibûn bi cih kirin. Di çalakiyêde pankartên "Têkoşîna Arînan, Kaderan û tevgera azadiyê komplo vale derxistiye", "Azadiya Rêber Apo, azadiya tevahî gelane", "Bi ruhê berxwedana Kobanê em Rêber Apo azad bikin" û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî sekeftina Kobanê" hatin berzkirin.

Li cihê çalakiyê Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Wanê Derya Hayva axivî û diyar kir ku li dijî Ocalan hemû bê hiqûqiya navnetewî binpê kirin û bêbextiya 15'ê sibatê pêk anîn.

Piştî axaftin û daxuyaniyê hezaran kesî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" ber bi avahiya DBP'ê meşiyan.

Li aliyê din ciwanan li gelek taxên weke Şehîd Firat, Hacibekir (Xaçort), Suphan, Akkopru bend danîn. Polîsên xwe li çalakiya ciwanan negirtin bi dijwarî êrîşî ciwana kirin û li gule bera gel da. Hat xwiya kirin ku polîsek di çalakiyê de bi dabanceya xwe gel hedef girt. Rageşiyên di serê sibehê de destpêkirin bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

Li taxên Suphan û Şabaniye yên navçeya Artemêtanê ya Wanê jî ciwanan ketin û derketina taxan girt û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" berz kirin. Li taxa Suphanê polîsa êrîş ciwanan kir. Li taxa Xaçortê ya Îpekyoluyê jî ciwanan li tax barîkat danîn.

AGIRÎ

Li navçeya Bazîdê ya Giriyê jî bi heman armancê welatiyan xwest ber bi Abîdeya Mafên Mirovan ve bimeşîn. Welatiyan barîkata polîsan şikandin û bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “PKK gele gel li vir e" û "Bimire komploya 15'ê Sibatê" berz kirin. Di meşê de pankrata "Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Piştî meşê Nûnerê TUHAYD-DER'ê yê Bazîdê Mehmet Bozkurt axivî û komplo şermezar kir.

Piştî daxuyaniyê girse careke din bi meşê hat ber avahiya DBP'ê û li vir polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş li girseyê kir.

DÊRSIM

Rêxistina DBP'ê ya DêrsImê jî bi heman armancê ji Kolana Hunerê ya Qada Azadiyê meş li dar xist. Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bul û bi sedan welatî tevlî meşê bûn. Di meşê de pankarta "Li hemberî komplogeran meşa me ya şoreşger berdewam dike" hate vekirin û dirûşmên "Cîhana bêyî Ocalan em ê di serê we de hilweşînin", "Bijî seroka Apo" û "Dêrsim ranekeve xwedî li serokê xwe dekeve." hatin berzkirin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û komplo hate şermezarkirin.

MÊRDÎN

Li naçeya Qoserê ya Mêrdînê jî bi heman armancê ji Qada Azadiyê heya Taxa Îpekyolu meş pêk hat. Piştî meşa bi hezaran kes tevlîbûn daxuyanî hat dayîn. Piştî daxuyaniyê polîsan êrîş li girseyê kir. Bi êrîşa polîsan pevçûn derketin û li kolanan belavbûn.

GEVER

Li navçeya Gevera Colemêrgê jî bi heman armcanê ciwanan bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK'ê rakirin û heya navendê meşiyan. Polîsên xwe li meşa ciwanan negirt bi bombeyên gazê êrîşî ciwanan kirin. Dîsa ciwanan li taxên Gungor, Kişla û Esentepe û rêya Îpekyoluyê bend danîn. Gelek polîsên hatin cihê çalakiye bi TOMA û wesayîten zirxî êrîşî ciwanan kirin.

Dîsa ji ber polîsan bênavber bombeyên gazê avêt navçeyê du wesayîtên aydî Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanane camên wê şikestin.

Hêjayî gotinê ye li navçeyê rageşî dewam dike.

SÊRT

Li Sêrtê bi deh hezaran kesên li ber avahiya DBP'ê ya Sêrtê kom bûn, bi boneya 16'emîn salvegera 15'ê Sibatê Roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin şermezar bikin xwestin bimeşin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê. Rêveberên HDP û DBP'ê bi avahiyên xwe de alên reş daliqandin. Bi deh hezaran welatî jî cilên reş li xwe kirin û bi pankarta "Em dê komploya 15'ê Sibatê bi Rêbertiya Azad ronî bikin" vekirin û meşiyan. Girsê di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK û PKK'ê rakirin. Di meşê de bê navber dirûşmên "Bijî serok Apo", "Ji Rêbertiyê re azadî, ji Kurdistanê re statu" û "Bê serok jiyan nabe" berz kirin. Di meşê de hevşaredarên Sêrtê, hevserokên HDP-DBP, TUAD-DER, MEYA-DER û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî beşdarî meşê bûn. Polîsan ji bo rê li pêş meşê bigire li ser kolanê bi TOMA'yan û maşîneyên zirxî yên akrep barîkat danîn. Piştî astengiya polîsan girse meşiya Parka Bajar a Orhan Dogan. Li vir Hevserokê HDP'a Sêrtê Abdullah Çetin, axaftinek kir û diyar kir ku zêdeyî 10 milyon mirov ji Ocalan re azadiyê dixwazin. Çetîn, anî ziman ku Midûrê Polisan ê Sêrtê jî meşa deh hezarên ku azadiya Ocalan dixwaze asteng dike û kompolaya navneteweyî şermezar kir. Çetîn, destnîşan kir ku dê heta dawî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullağh Ocalan têbikoşin.

MISIRC

Li navçeya Misircê ya Sêrtê jî bi heman armancê bi hezaran kes meşiyan. Di pêşengiya rêveberiya HDP û DBP'ê ya Misircê de bi hezaran kes meşiyan û cilên reş li xwe kirin. Li vir jî pankarta "Bimre kompoya 15'ê Sibatê" vekirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin. Dîsa alên PKK û KCK'ê rakirin û bê navber siloganên "Bijî serok Apo", berz kirin. Girseya ku xwestin heta Kolana Hunerê bimeşin li ber duriyana TEDAŞ'ê rastî mudaxaleya polîsan hatin. Piştî polîsan bi ava îsotê û ava şid mudaxaleyî girsê kir, di navbera polîs û girsê de pevçûn derket.

ÇEWLÎK

Li Çewlikê jî di pêşengiya DBP'ê de bi sedan kes li ber avahiya DBP'ê ya Çewlikê kom bûn û çalakî pêk anîn. Girseya ku heta kolana Gençê meşiyan, bi pankarta "Em komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd pêk hat şermezar dikin" û "Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" vekirin û heta Kuleya Saetê meşiyan. Li ser navê girsê Hevserokê DBP'a Çewlikê Mervan Temiz, axaftin kir û 15'ê sibatê şermezar kir.

DÊRIK

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî bi hezaran kesên li ber avahiya DBP'ê kom bûn bi meşekê 15'ê Sibatê şermezar kirin. Girseya ku li ber a avahiya DBP'ê kom bûn, heta Qada Cumhuriyetê meşiyan. Girsê di meşê de pankarta "Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin" vekirin û li vir daxuyanî dan. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan, Mahsum Korkmaz, Kemal Pir, Hayri Durmuş, Akif Yılmaz û alên PKK, KCK û YPG'ê hatin rakirin. Girsê di çalakiyê de bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey serok" berz kirin. Li ser navê girsê Hevserokê DBP'a Dêrikê Şerif Kiran, axaftin kir û 15'ê Sibatê şermezar kir.

ÊLIH

Li Êlihê jî bi heman armancê bi hezaran kes derketin kolanan û 16'min selvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekî girseyî şermezar kiri. Hezaran welatiyên li ber avahiya Şaredariya bajar hatin cem hev heya Sinemaya Yilmaz Guney meşiyan. Di meşê de Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, nûner û rêveberên DBP/ HDPê jî di nav de bi hezaran kes kincên reş li xwe kirin û meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên li ser " Dagirkerî xira dike Serok Apo ava dike","Bê Serok jiyan nabe" hatin rakirin. Meşa heya li ber sinemeya Yilmaz Guney dom kir bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabê" hat berzkiri,

Piştî meşê endama DBP'ê ya Êlihê Nurten Uzumcu daxuyanî xwend û diyar kir ku 16 sal e Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelê Kurd di nav çar diwaran de têdikoşe. Uzcumcu anî ziman ku armanca radestkirina Ocalan ew bû ku gelê kurd dil bigire, lê bi manifestoya Abdullah Ocalan ev komplo vala hat derxistin.

Parlamentera HDP'ê Ayla Akat Ata jî anî ziman ku bi kampanya îmzeyan re diyar bû ku êdî gelê kurd azadiya "Rêberê" xwe dixwaze.

Piştî ku daxuyanî bi dawî bû polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî gel kir.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê jî komploya 15'ê Sibatê hare şermezarkirin. Bi hezran welatiyên li ser bana HDP'ê ya Mêrsînê hatin cem hev komplo şermezar kirin. Girseya li ber avahiya HDP'ê ya Akdenîzê hatin cem hev heya Parqa Aştiyê ya Şaredariya Akdenîzê meşiyan. Di meşê de pankratên “Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" vekirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Be Serok jiyan nabe”, “PKK gele gel li vir e" hatin berzkirin. Di meşê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Parlementerê HDP'ê Ertugrul Kurkçu, rêveberên saziyan û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Piştî meşê Hevserokê HDP'ê yê Mêrsînê Selman Gunbat axivî û komplo şermezar kir. Parlementerê HDP'ê Ertugrul Kurkçu jî diyar kir ku li Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê bi mîlyonan kexz ji bo azadiya Ocalan derket qadan û qêriyan. Kurkçû da zanîn ku ji bo Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan 10 mîlyon û 300 hezar îmza hatin komkirin û wiha got: "Gelê kurd dîlgirtina Ocalan êdî qebûl nake."

HATAY

Li navçeya Îskenderunê ya Hatayê jî bi heman armancê çalakî pêk hat û komplo hate şermezarkirin. Di çalakiyê de pankarta "Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" hate vekirin û dirûşmeya "Bijî Serok Apo" hate berzkirin. Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Îskenderunê Temîm Salmanoglu daxuyanî xwend û komplo şermezar kir.

ÎZMÎR

Li Alsancakê bi hezaran kesan biryara qedexekirina mitînga 15'ê sibatê şermezar kirin. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek pankartên têkildarî mijarê de hatin vekirin. Di çalakiyê de Berdevekê Hikûmeta Kobanê Mahmut Başer axivî û berxwedan YPG û YPJ'ê silav kir. Endamê Platforma Ji Ocalan re Azadî Huseyîn Koçuk jî balkişand ser girtina Ocalan.

SÊRT

Li Sêrtê jî bi heman armancê bi deh hezaran kesan xwestin ber bi Girtîgeha Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê ve bimeşin. Lê ji ber polîsan destûr neda girse ber bi Parqa Orhan Dogan ve meşiyan. Di meşê de pankrata, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hatin vekirin û dirûşmeyên "Bijî serok Apo" û "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

MISIRC

Li navçeya Misircê ya Sêrtê jî bi heman armancê meş hate lidarxistin û bi hezaran kes tevlî meşê bûn. Di meşê de pankrata "Em komploya 15'ê Sibarê şermezar dikin" û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û dirûşmeyên "Bijî serok Apo" û "Bimire komploya 15'ê Sibatê" hatin berzkirin. Girseya ji duryana TEDAŞ'ê heya ber avahiya DBP'ê xwestin bimeşin rastî êrîşa polîsan hat.

ÇEWLÎK

Li Çewlîkê ji bi heman armancê bi sedan welatiyan meş li dar xistin. Di meşê de dirûşme û pankartên têkildarî mijarê de hatin vekirin. Meş ji Kolana Genç heya ber Quleya Seatê berdewam kir. Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Çewlîkê Mervan Temîz piştî meşê axivî û diyar kir ku tu kes nikara têkoşîna gelê kurd asteng bike.

DÊRÎK

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî bi heman armancê bi hezaran welatî ji ber avahiya DBP'ê heya Qada Cumhuriyetê meşiyan. Di meşê de têkildarî komployê de pankart hatin vekirn û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" ve "Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey serok" hatin berzkirin.

ENQERE

Li Enqereyê gelek welatî ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat li cadeya Sakaryayê hatin ba hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de li ser posterên Rêberê Gelê Kurd Ocalan nivîsa “Em komploya navneteweyî şermezar dikin” hebû hate vekirin û bê navber dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Hevserokê HDP’ê yê Enqereyê Lokman Ergun li ser navê girseyê axivî û wiha got: “Îro roja ku îradeya gelê kurd a azad mehkumî grivakî hatiye kirin e. Roja zincîr li hêviyên gelên Rojhilata Navîn hatiye xistin e.” Ergun anî ziman ku aştiyeke bê Ocalan nepêkan e. Ergun got ku divê di demek kin de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

ÎDIR

Li Îdirê bi hezaran welatiyên li bre avahiya DBP’ê kom bûn heta Parka Medet Serhat ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Li parkê girseyê Rêz girt û li ser navê girseyê “Hevserokê DBP’ê yê Îdirê Murat Yerlikaya axivî. Yerlîkaya anî ziman ku heke AKP dev ji mijulkirinê berde 15’ê Sibatê dê bibe destpêka rojên ronahî.

Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û girse belav bû.

QULP

Li navçeya Qulpê ya Îdirê jî bi sedan welatiyên li ber avahiya DBP’ê kom bûn ber bi Qada Cumhuriyetê ve meşiyan. PişTî meşê rêz hate girtin û Hevserokê DBP’ê yê Qulpê Serkan Guneş axivî û got ku di komploya 15’ê Sibatê de Tirkiye ne aktor figuran bû.

Piştî daxuyaniyê girse dirûşman belav bû.

EBEX

Li navçeya Ebexê ya Wanê li ber avahiya DBP’ê daxuyanî hate dayîn. Rêveberê DBP’ê yê navçeyê Mehmet Moraner axivî û got ku Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocaln di warî siyasî de li ruh û mejiyê gelê kurd de şoreş pêk aniye.

Piştî daxuyaniyê girse belav bû.

GIYADÎN

Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê li navenda sukê meşek hate lidarxistin. Bi sedan welatiyan komplo şermezar kirin. Di meşa ku li ber avahiya DBP’ê bi dawî bû da sirûda “Çerxa şoreşê” hate xwendin, rêz hate girtin. Li vir li ser navê girseyê rêveberê DBP’ê Ahmet Îdaci axivî û got ku sekna Rêberê Gelê Kurd Ocalan û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de bi piranî pûç hatiye derxistin.

BEDLIS

Li Bedlîsê bi sedan welatiyên li ber avahiya DBP’ê kom bûn posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK’ê vekirin û heta Ulu Camiyê ve meşiyan. Piştî meşê Hevserokê HDP’ê Fuat Ozgun axivî û an^iziman ku di esas xwe de komploya 15’ê Sibatê li dijî Tirkiyeyê bû, hate xwestin Ocalan bi fizîkî îmha bikin lêh eke bi ser nekevin teslîmî Tirkiyeyê bikin.

Piştî daxuyaniyê girse belav bû.

ŞIRNEX

Li Şirnexê ji bi heman armancê bi tevlîbûna deh hezarn kesan meş pêk hat. Welatiyên li ber avahiya DBP'ê ya Şirnexê hatin cem hev heya Qada Azadiyê meşiyan. Hevşaredarên Şirnexê, rêveberên DBP, HDP û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankrata "Em dê tarîtiya 15'ê Sibatê bi roniya serokê azad û gelê azad ronî bikin" hatin vekirin. Di meşê de dirûşmeyên "Ciwan fidayiyên Apo ne" û "Bé Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Piştî meşê Hevserokê DBP'ê yê Şirnexê Salîh Gulenç axivî û komploya navneteweyî şermezar kir.

CIZÎR

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi heman armancê li Qada Çarkendal bi deh hezaran kes hatin cem hev û ber bi navenda navçeyê ve dest bi meşê kirin. Parlementerê HDP'ê Faysal Sariyildiz, hevşardarên navçeyê, rêveberên DBP û HDP'ê, Dayîkên Aştiyê û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, HPG û YPG'ê hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bimir komploya 15'ê Sibatê." hatin berzkirin. Parlementerê HDP'ê Faysal Sariyildiz li duryana Çarrêyê daxuyanî xwend û komploya naventeweyî şermezar kir. Hevserokê DBP'ê yê Cizîrê Mesut Nart jî diyar kir ku heya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe ew dest ji têkoşîna xwe bernadin. Piştî axaftinan girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir û pişt re ber bi avahiya DBP'ê ve dest bi meşê kir.

QILEBAN

Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê jî bi hezaran kes ji ber avahiya DBP'ê heya ber Avahiya Hikûmetê meşiyan. Di meşê de pankartên têkildarî mijarê de hatin vekirin û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" hatin berzkirin.

SÊGIRKÊ

Li bajaroka Sêgirkê ya Qilebanê jî bi heman armancê daxuyanî hat dayîn. Kesên tevlî çalakiyê bûn kincên reş li xwe kirin û komplo şermezar kirin. Hevseroka DBP'ê ya bajarok ê Zeynet Unat daxuyanî xwend û komplo şermezar kirin.

KONYA

Li Konyayê jî bi heman armancê li ber avahiya HDP'ê daxuyanî hat dayîn. Rêveberê HDP'ê yê bajar Servet Ziyanak diyar kir ku piştî komployê pêvajoya nediyar hate jiyîn û lê Rêberê Gelê Kurd PKK'ê Abdullah Ocalan ji her demê bêtir bi hêz bû û komplo vala derxist. Piştî axaftinê sînevîzyona têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hate pêşandan.

RIHA

Li Rihayê jî bi heman armancê meş hat lidarxistin. Parlementerên HDP'ê Aysel Tugluk, Kemal Aktaş, Îbrahîm Ayhan, Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û gelk kesên din li Parqa Alî Şellî hatin cem hev. Di daxuyaniyê de gelek pankartên têkildarî mijarê de hatin vekirin. Girseya hatî ber Kargehan Ahmet Bahçîvan daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê girseyê Hevserokê DBP'ê yê Bajar Îsmîl Kaplan daxuyanî xwend û komplo şermezar kir.

MISEYNTER

Li gundê Miseynterê yê Pirsûsê jî bi heman armancê welatiyên gund çalakî li dar xistin û daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya li Riya Pupura Paramaz Kizilbaş hatî li dar xistin welatiyên derdorê jî tevlî bûn. Di çalakiyê de alên PKK, KCK, YDG-H û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û dirûşmeyên "Be serok jiyan na be", "Biji berxwedana Kobanê" û "Biji serok Apo" hatin berzkirin. Li ser navê welatiyên gund Emîn Akman daxuyanî xwend û diyar kir ku komplo ji bo hebûna gelê kurd ji holê rabike pêk hat.

SEMSÛR

Li Semsûrê jî bi heman armancê çalakî hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de gelek pankratên têkildarî mijarê de hatin vekirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Ebu Muslum Dogan ê ku di sala 2010'an de ji bo Ocalan bedena xwe da ber agir hatin vekirin û dirûşmeyên "Bijî serok Apo", "Be serok jiyan nabe" hatin berkirin. Girse ji ber avahiya DBP'ê ber bi Parqa Demokrasî ve meşiya. Piştî meşê Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Semsûrê Fahriye Akbaba daxuaynî xwend û komplo şermezar kir.

SILOPÎ

Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê jî bi heman armancê bi deh hezaran kesên li ber avahiya HDP'ê ya Silopiyê kom bûn, posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê û alên kesk, sor û zer vekirin. Girsê di meşê de pankarta "Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" û dowîzên "Bê serok jiyan nabe" vekirin. Girse heta Rêya Îpekê meşiya û ji wir jî dîsa vegeriyan avahiya DBP'ê ya Sîlopiyê.

ELKÊ

Rêxistina DBP'ê ya Elkê jî bi heman armancê çalakî pêk anî. Bi hezaran kesên li ber avahiya DBP'ê ya Elkê kom bûn, meşiyan kolana Cumhuriyetê. Girsê di meşê de bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Bimre komploya 15'ê Sibatê" berz kirin. Li ser navê girsê Hevserokê DBP'ê yê Elkê Hazim Cîn daxuyanî da. Çalakî li ber Lojmanên TOKÎ'yê bi dawî bûn. Meş piştî daxuyaniyê bi dawî bû.

HEZEX

Rêxistina HDP'ê û DBP'ê yên navçeya Hezexê ya Şirnexê jî bi heman armancê çalakî pêk anîn. Girseya ku li Kolana Cudî kom bûn, pankarta "Bi rihê Mazlum û Sakîne yan, emê taritiya 15 Sibate bi azadiya Rêber Apo ronî bikin" vekir û dowîzên "Em roja reş lanet dikin" û "Hûn nikarin roja me taribikin" vekirin. Li ser kolana ku meş pêk hat, polîs bi maşîneyên zirxî li gelek nokteyan rawestiyan. Girse li gel zêdebûna polîsan bê navber siloganên "Bijî serok Apo" berz kirin û meşiyan. Piştî meşê li ser navê girsê Hevserokê DBP'ê yê Hezexê Hasan Yalman daxuyanî da. Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Piştî çalakiya rûniştinê ciwan meşiyan duriyana Şaredariyê û li vir rastî mudaxaleya polîsan hatin.

EDENE

Li Edeneyê li ser bangewaziya HDP'ê 16'emîn salvegera komloya navneteweyî ya 15 Sibatê welatiyan dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar. Bi hezaran welatiyên cilên reş li xwe kirin ji taxên Kuçuk Dîkîlî, Şakirpaşa, Denizli, Gulbahçe, Daglioglu, Barbaros, Anadolu, Yamaçli, taxên Yarsuvat Kuçukkirim yarsuvat Belediye Evleriyê navçeya Ceyhanê herikîn qada 5 Ocakê. Piştî girse li 5 Ocakê kom bûn ber bi nunertiya HDP'ê ya taxa Gulbaxçe ve meşiya. Di meşê de pankartê "Bi azadiya serokati emê komployê vala derzxînin", " Azadiya Ocalan azadiya hemû gelan e" hate rakirin. Girsê bê navber siloganên "Bê serok jiyan nabe", "Bijî serok Apo" berz kir û dovîzên "Azadiya te azadiya meye" hilgirtin. Welatiyên li tax û kolanan meş temaşe kirin jî bi çepik û tilîliyan piştigirî dan meşê. Di çalakiyê de polîs bi helîkopter, TOMA û bi maşineyên zirxî çalakî şopandin. Lê welatiyan guh nedan polîsan û nehatin lîstikê. Girse heta nunertiya Gulbaxçe meşiya. Li ser navê girsê Hevserokê HDP'ê yê Edenê Huseyîn Yildiz diyar ku pêdiwiyan hemu gelan ji Birêz Ocalan heyî komkirina 10 hezar Îmze ji vê rastiyê derdixe holê. Yildiz got ku gelan îro careke din li Edeneyê û hemû cihanê got "Bê serok jiyan nabe."

ARTUKLU

Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê jî bi heman armancê daxuyanî hat dayîn. Gelek welatiyê li ber avahiya DBP'ê ya Artukluyê hatkn cm hev dirûşmeyên "Bê serok jiyana nabe" û "Bijî serok Apo" berz kirin. Dayîkên Aştiyê, rêveberên DBP'ê, Komeleya Erepên Demokrat, MEYA-DER û hevşaredarê Artukluyê tevlî daxuyaniyê bûn. Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Artukluyê Elîf Demîr daxuyanî xwend û diyar kir ku di nava 16 salan de her tim girêdana xwe ya bi Ocalan re nû kirin.

Piştî daxuniyê çalakiya rûniştê pêk hat.

QOSER

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî bi heman armancê meş û daxuyanî pêk hat. Berî meşê Parlementera HDP'ê Gulseren Yildirim, ji Komîsyona KCD'ê Selanîk Oner, rêveberên DBP'ê û HDP'ê, hevşaredarên Qoserê, Dayîkên Aştiyê, MEYA-DER, KURDÎ-DER, KESK û bi hezaran welatî li ber avahiya DBP'ê ya Qoserê hatin cem hev. Girse pişt re bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û YPG'ê û pankrata "Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" dest i meşê kirin. Di meşê de dirûşmeyên "PKK gele gel li vir e", "Bijî Serok Apo" û "Bimire AKP" hatin berzkirin.

Piştî meşê Hevseroka Rêxistina DBP'ê yê Qoserê Nadya Kaya daxuyanî xwend û diyar kir ku 15'ê Sibatê di nava dîrokê de wek roja reş cih girt.