Li Kobanê amadekariyên vekirina dibistanên zimanê zikmakî

Li Kobanê amadekariyên vekirina dibistanên zimanê zikmakî

Li Kobanê di çarçoveya amadekariyên vekirina dibistanên zimanê kurdî de li gundê Qoriyê civînek hate lidarxistin.

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li gundên herêma Kobanê ji bo vekirina dibistanên zimanê kurdî amadekariyên xwe didomîne. Di vê çaçoveyê de li gundê Qoriyê civînek hate lidarxistin. Di civîna ku şêniyên gund tevlî bûn de ji bilî rêveberên SZK’ê, Endama Yekîtiya Star Leyla Ehmed û mamosteyê zimanê kurdî Ehmed Qeto jî amade bûn.

Di civînê de Endamê SZK’ê Ednan Ednan axivî û bal kişan ser siyasetên çewisandinê yên rejîma Baas ên li dijî çand û zimanê kurdî. Hesen komkujiyên rejîmê û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdan jî şermezar kir. Hesen, li hemberî van polîtîkayan bal kişand ser girîngiya xebatên ziman û got ku ew ji bo vê yekê xebatên dibistanan dimeşînin.

Endama Yekîtiya Star Leyla Ehmed jî li ser girîngiya fêrbûna zimanê kurdî axivî û ji gundiyan xwest ku zarokên xwe bişînin dibistanên Kurdî.