Li Kerkûkê konferansek pêşîgirtina li madeyên hişber

Li hola Peymangeha Perwerde ya Nefta Kerkûk, bi pêşengiya Wezareta Karê Hindir ya Iraq û Rêveberiya Polîsên Madeya Hişber, bi navê ‘Ji bo jiyana te û civakê, na ji bo madeyên hişber’ konferansek hate lidarxistin.

Li bajarê Kerkûkê konferansek li ser têkoşîna dijî madeyên hişber hate lidarxistin. Di konferansê de hate gotin ku divê di zanîngeh, dibistan û mizgeftan de xelk li ser bikaranîna madeyên hişber werin hişyar kirin û têkoşîna dijî bikaranîna madeyên hişber were berfireh kirin.

Di konferansê de nûnerên Sunî, Şuî û serokatiya zanîngeha Kerkûkê amadebûn. Destpêka konferansê hate gotin ku divê bi rêya dibistan, mizgeft û zanîngeha têkoşîna dijî bikaranîna madeyên hişber were berfireh kirin.

Cîgirê Rêveberiya Polîsên Kerkûkê Elî Muteşir axivî û got; “Wezareta Karê Hindir û hemû hêzên ewlekariyê, dijî kesên ku dixwazin bi madeyên hişber jehrbikin, di nava liv û tevgerê dene. Pêngava dijî bikaranîna madeyên hişber dewam dike.”

Berpirsê Amadkar ê Konferansê Cemal Ebdulcebar li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û got: “Armanca me ya esasî ji vê konferansê hişyarkirina gel a ji madeyên hişber in. Rêbazên pêşîgirtina madeyên hişber li nava civakê ye. Ji bo dawîkirina vê madeya xirab pêwîstiya me bi alîkariya gel heye.”

Di konferansê de daneyên bikaranîn û bazirganiya madeyên hişber nehate eşkere kirin. Lê li gorî agahiyên berê hatin belavkirin, ji sala 2020’an ve 322 kesên madeyên hişber bikartanîn, hatine destgîrkirin. Ji vê hejmarê zêdetirî 50 kesan bazirganên mezin yên bikaranîna madeyên hişber bûn.