Li Katalonyayê şewata herî mezin a 20 salên dawîn

Şewata li herêma Katalonyayê ya ku li bakurê rojhilatê Îspanyayê ye didome. 5550 hektar qad bûn xwelî û tê diyarkirin ku ji ber şewatê dibe ku 20 hezar hektar jî bibe xwelî.

Şewata li herêma Katalonyayê ya ku li bakurê rojhilatê Îspanyayê ye didome. Ji bo tefandina şewatê 500 peywirdarên agirkujiyê dixebitin.

Şewat duh li nêzî gundê Torre del Espagnol dest pê kir. Rayedaran diyarkirin ku ji sala 1998’an û heta niha, ev şewata herî mezin e. Îro 5500 hektar qad bûn xwelî.

Wezîrê Karê Navxweyî yê Herêmê Mîqûel Bûch got ku “Şewat her ku diçe zêde dibe.”

Heta niha 90 tîm li bejahiyê û 15 tîm jî li hewayê hewl didin şewatê bitefînin. Tê diyarkirin, dibe ku 20 hezar qad bibe xwelî. Li herêmê darên mêweyan, zeytûnan û dêlî hene.