Li Kanadayê pûk: Mal xuya nakin

Bajarê Saînt Jeanê yê Kanadayê di bin berfê de ma. Ji bo alîkariyê bangî artêşê hate kirin.

Ji roja Înê ve li Saînt Jeanê berf dibare û heta niha 76,2 santîmetre berf ketiye erdê. Ji ber berfê gelek mal û wesayît xuya nakin.

Li bajarê Saînt-Jeanê rewşa awarte hate îlankirin û ji bo alîkariyê bangî hikumeta federal û artêşê hate kirin.

Di çarçoveya rewşa awarte de hate xwestin ku bila hemû dikan werin girtin û wesayît bi rê nekevin.

Hate diyarkirin ku heta niha tu kesî bahozeke wisa xedar  nedîtiye.