Yek ji tevgerên Çand û hunerî li hemberî qirkirina li dijî çand, ziman û nasnameya Kurdî têkoşînekê dimeşîne. Rolek girîng di pêşketina karên çand, huner û wêjeyê de lîstiye. Tevgera Çand û Huner a Mezopotamya (TEV-ÇAND) e. Di her demê de bi rengekî çalak têkoşîn kiriye, bi karên xwe yên afirîner, dewlemend ên huner û wêjeyê. Di karê çand-hunerê de qadên nû afirandiye.
JI ZEXTÊN HIKÛMETA ŞAMÊ VEŞARTÎ XEBAT DIKIR
Tevgera Çand û Huner a Mezopotamiya (TEV-ÇAND) yek ji tevger û bizaveke hunerî û çandî ye ku di sala 2006’an li Rojava hatiye damezrandin. Ji ber siyaseta ku hikumeta Şamê hemû xebatên hunerî, perwerdekirin, siyaset û rewşenbîrî yên têkildarî gelê Kurd qedexe dikir, TEV- ÇAND bi awayekî veşartî xebat dikir. Ji wê demê heya berî şoreşa 19’ê Tîrmehê TEV-ÇAND’ê xebat di mercên zehmet de dikir. Piştî ku şoreşa 19’ê Tîrmehê destpê kir, êdî di atmosfereke guncaw de xebata xwe bi coşeke mezin berdewam kir. Ev tevger ji bo asta çand û hunera Kurdên Rojava bûye cihê vejîn û pêşxistinê ye.
(TEV-ÇAND) bi gelek kar û xebatan radibe wek muzîk, sînema, şano, şêwekarî, avakirina peymangehên muzîkê û hwd. Tevgera Çand û Huner a Mezopotamya (TEV-ÇAND) di nava xwe de sîstema hevserokatiyê digre. Her wiha jin di nav kar û xebatên (TEV-ÇAND) de cihekî pir girîng digire. Jinên di (TEV-ÇAND) de bi çand û hunera xwe dibin bersiv ji tundiyê re û îradeya wan ji bo tevahî jinan dibe hêz.
Têkildarî mijara xwecih girtina jin di nava TEV-ÇAND de û çawa ji tundiyê re bûne bersiv, Hevseroka Tevger Çand û Hunerê ya Mezopotamya TEV-ÇAND ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûmeya Mihemed ji ajansa me ANF’ê re axivî.
‘ZILAMÊ SERWER CAREK DIN JIN MEHKUMÎ TUNDIYÊ KIR’
Sûmeya Mihemed di destpêka axafitina xwe de anî ziman ku tundiya li ser jin bi temamî nehatiye rawestandin, lê dikare were gotin ku jin êdî ber bi azadiya xwe ve diçe û ji tundiyê re sînoran ava dike. Sûmeya Mihemed wiha axafitina xwe berdewam kir û got: “Bêguman ger em vegerin dîrokê û em careke din bixwazin dîrokê analîz bikin em ê bibînin ku kesê civak bi rêve biriye jin e. Di heman demê de jin berdevka herî pêşî ya civaknasiyê bû. Nifş perwerde dikirin û mirovatî fêrî pêşketinan kir. Lê bi avabûna hiyerarşî û hêza Zilamê serwer, jin careke din mehkûmî tundiyê hat û di koletiyeke mezin re derbas bû. Ji wê demê êdî ti rol ji bona jin nehate dayîn. Hemû berhem û bermahiyên ku ji axê derdiket jin bi bedena xwe belav dikir.”
‘JINÊ ÊDÎ TUNDÎ QEBÛL NEKIR’
Sûmeya Mihemed di nav axafitina xwe de ev tişt bi bîr xist: “Heya beriya şoreşê jî mijarekî bi vî awayî hebû. Gelek kesan digotin jin şerme ji mal derkeve, jin nabe stranan bibêje, jin nabe ku karê siyaset û leşkerî bike. Nedixwestin ku jin di warê zanebûnê de bipije. Ji lewra piştî Şoreşa Rojava jin hewl da ku xwe di hin mijar û naverokan de biguhere, ji ber vê yekê jin bi xwe bû pêşenga şoreşê. Êdî jin ev rewş nema ji bona xwe qebûl kir û bû dengê cîhanê. Hemû jinên cîhanê jina Kurd ji bo xwe kirin nimûne. Jin tevlî karê Siyasî û leşkerî bû û niha jî kesên ku saziyan bi rêve dibin piranî jin in.”
Sûmeya di dawiya axaftina xwe de bal kişan li ser kar û xebatên jinê yên di nav çand û hunerê de û wiha got: “Jin niha di çand û huner de deng û awaza xwe derdixe û xebata muzîkê dike. Derketina jin ne ji ber xwe de bû, ev hemû berhemên fikra Rêber Apo bû. Ji bona vê yekê jî em bangewaziya hemû jinan ji tevahî pêkhateyan dikin, pêwîst e ku tevlî xebata xwe ya çandî bibin, ji ber ku çanda me nasnama me ye.”