Cenazeyê şehîd Asya Alî hat veşartin
Cenazeyê yek ji du gerîlayên çalakiya TÛSAŞ’ê pêk anî Asya Alî, li Wanê di bin dorpêça polîsan de hat veşartin.
Cenazeyê yek ji du gerîlayên çalakiya TÛSAŞ’ê pêk anî Asya Alî, li Wanê di bin dorpêça polîsan de hat veşartin.
Di 23'yê Cotmehê de du gerîla Asya Alî û Rojger Hêlîn li dijî Navenda Hevkariya Anonîm a Pîşesaziya Balafiran a Tirk (TUSAŞ) çalakiya fedaî pêk anîbûn. Cenazeyê şehîd Asya Alî piştî 31 rojan radestî malbata wê hate kirin. Cenazeyê şehîd Asya li Goristana Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê hate veşartin.
Beriya merasîma cenaze polîsan hemû rêyên diçin goristanê girtin. Polîsan, ji bilî dayik, bav û apê Asya Alî destûr nedan kesek beşdarî merasîmê bibin.
Piştî xwendina duayan cenazeyê şehîd Asya Alî hate veşartin.