Li Îranê 6 girtiyên siyasî bi darvekirinê re rû bi rû ne

Hat diyarkirin ku rejîma Îranê 6 girtiyên siyasî li Girtîgeha Urmiyê birine hucreyên yek kesî. Hat ragihandin ku her şeş girtî bi darvekirinê re rû bi rû ne.

Hat diyarkirin ku rejîma Îranê 6 girtiyên siyasî li Girtîgeha Urmiyê birine hucreyên yek kesî. Hat ragihandin ku her şeş girtî bi darvekirinê re rû bi rû ne.

Hat destnîşankirin ku rejîma Îranê 5 jê Kurd yek Azerî yên li Girtîgeha Urmiyê koxuşa 12. de dimînin birine hucreyên yek kesî.

Çavkaniyên herêmê dan xuyakirin ku ev girtî bi talûkeya ku di demeke kurt de bên darvekirin re rû bi rû ne û banga hestyariyê li her kesî kirin.

Serokê Federasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî Abdulkerîm Lahîcî û gelek rêxistinên sivîl, bang kirin, darvekirina 6 girtiyan ku Saman Nesîm jî di nav wan de ye bê rawestandin û her kes bikeve nav tevgerê.

Li gor prosedura Îranê girtiyên tên darvekirin beriya bi rojekê dibin hucreyên yek kesî û wan di bin tecrîdê de dihêlin.

NAVÊN GIRTIYAN

Girtiyên siyasî yên birine hucreyên yek kesî wiha ne:

Saman Nesîm

Şîrwan Nejavî

Îbrahim Îsapur

Alî Afşarî

Habîb Afşarî

Yunus Agayan (Azerî)