Li Hindistanê û Nepalê lêhî rabû

Ji ber lêhiya li Hindistan û Nepalê bi sedan kes hatin veguhestin. Li Nepalê bi kêmanî 17 kes mirin.

Ji ber barana zêde li Nepalê lêhî rabû. Li gorî daxuyaniya rêveberan a roja Şemiyê ji ber lêhiyê bi kêmanî 17 kes mirine.

Sê rojên dawî li Nepalê baran pir pariye, zêdetirê xwe paytext Katmandû û rojhilatê welat ji ber baranê bandor bûye. Li welat ji ber baranê ziyan gihiştiye gelek rêyên bajar.

Li Nepalê di navbera meha Tîrmeh û Îlonê de ji ber baranên musonê lêhî radibe û dibe sedema mirin û ketina avê ya malan.

Her wiha ji ber baranê ne tenê Nepal Hindistan jî bandor bûye. Ji ber baranên muson ên li eyaleta Assam a dikeve bakurê rojhilatê Hindistanê bandor li 870 hezar kesî kir, bi hezaran kes bê mal man.

Tîmên alîkariyê yên destpêkê ragihandin ku ji 33 bajarokan 21 mane di bin avê de, mudaxeleyî hezar û 556 gundan kirine. Saziyên dewletê pêwîstiyên xwarin û vexwarinê pêşwaziyên mexduran dikin.

Rayedaran anî ziman ku ji ber karesatan 5 hezar kes mirine, 8 hezar kes jî bê mal mane.