Li Hindistanê di nava 2 rojan de 78 kes mirin

Li eyaleta Bihar a bakurê Hindistanê di nava 48 saetên dawî de herî kêm 78 kes ji ber germaya zêde mirin.

Li herêma Bihar pileya germahiyê di rojên dawî de bû 45. Rayedaran ragihand ku di nava 2 rojan de herî kêm 78 kes mirine û nêzî 130 kes jî rakirine nexweşxaneyan.

Hate diyarkirin ku kesên mirine piraniya wan li ser temenê 50’î salî re ye. Bajarokê Gaya herî zêde pê bandor bû, rayedaran derketina derve ku ne ji bo karên neçarî be qedexe kir. Aktivîteyên li şantiyan û derve di navbera saet 11:00’an û 16:00’an de hatin qedexe kirin.

Li Hindistanê îsal pêla germahya giran a 32 rojan çêbû. Herî dawî sala 1998’an de pêla germaniya zêde ya 32 rojan çêbûbû.

Li aliyê din li eyaleta Biharê ji serê vê mehê ve nêzî 100 zarok ji ber nexweşiya îltihaba mejî mirin.