Li girava Sîcîlya aktîvîteyên ji bo Kobanê

Li paytexa Palermo ya herêma xweser a Sîcîlya ya Îtalya ji bo Kobanê û Rojava du rojan aktîvîteyên piştevaniyê hatin lidarxistin.

Li paytexa Palermo ya herêma xweser a Sîcîlya ya Îtalya ji bo Kobanê û Rojava du rojan aktîvîteyên piştevaniyê hatin lidarxistin. Di aktîvîteyan de nûnerên Konfederasyona Sendîkayê COBAS, Partiya Komunîst a Jinûvê Avakirinê, Tevgera No Moss û Federasyona Anarşîst a Sîcîlya jî di nav de, aktîvîte ji aliyê Delegasyona Komîteya Piştevaniya bi Kurdan re ku hat organîzekirin, ji derveyî aktîvîteyan bi Şaredarê Palermo jî hevdîtîn pêk hat.

Bernameya yekemîn 18’ê Sibatê li Lîseya Klasîk a Garîbaldî pêk hat. Di panela li ser navê “Berxwedana Kobanê û Pirsgirêka Kurd” de nêzî 300 xwendekar beşdar bûn. Nûnerê Buroya Enformasyon a Kurdistan-Uîkî Onlus û endamê KNK’ê Yilmaz Orkan axivîn.

Orkan der barê xweseriya demokratîk a li Rojava û kantonan de agahî da û got ku divê piştevaniya enternasyonalîst a bi berxwedana Kobanê re pêş ket dewam bike. Piştî panelê heman rojê li Şaredariya Palermo bi berdevkê Şaredar û endamên meclîsa şaredariyê re hevdîtinek pêk hat

Di hevdîtinê de naskirina pergala xweseriya demokratîk a Rojava û bi Kobanê re wek şaredarî pêşxistina pêwendiyan hat rojevê. Her wiha hat diyarkirin ku ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin hat gotin ku divê derdorên demokratîk û raya giştî ya navneteweyî hê zêdetir bikevin nav hewldanan û bibin xwedî gotin. Berdevkê şaredar got ku di rojên pêş de wê wan daxwazan di civînên xwe de bînin rojevê.

BI ŞAREDARÊ PALERMO RE HEVDÎTIN

19’ê Sibatê li ser navê delegasyona piştevaniya bi Kurdan re bi Şaredarê Palermo Leoluca Orlando re hevdîtinek pêk anîn. Heyetê ji şaredar xwest ku piştgiriyê bide ji nû ve avakirina Kobanê, kantonên Rojava nas bikin wek şaredarî pêwendiyên xwe pêş bixin. Di hevdîtinê de derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê jî hat rojevê. Der barê kampanyaya ji Ocalan re azadî ya berî niha bi dawî agahî hatin dayîn, hat diyarkirin ku divê Ocalan wek sermuzakerevanê pêvajoyê azad bibe û di vê mijarê pêwîstî bi desteka navneteweyî heye.

Heman şevê bi tevlîbûna tevgera No Moss, sendîkavanan, nûnerên partiyên siyasî û xwendekaran paneleke têkildarî paradîgmaya civaka nû ya Ocalan û konfederalîzma demokratîk hat lidarxistin.

Piştî panelê beşdar di xwarina ji nû ve avakirina Kobanê de hatin gel hev..

Piştî hevdîtinan ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên li Bakur û hilbijartinên 7’ê Hezîranê delegasyon hatin avakirin.