Li Gîessen tecrîda li ser Ocalan hat şermezarkirin

Li bajarê Gîessen tecrîda li ser Ocalan û Komkujiya Pirsûsê hat protestokirin.

Li bajarê Gîessen ê tecrîda li ser Ocalan û Komkujiya Pirsûsê hat protestokirin.

Di mîtînga ji aliyê Meclîsa Jinan a Berçem ve li Kîrchplatz pêk hat jinan di refên pêş de cih girtin. Wêneyên Ocalan û alên YPG/YPJ’ê hatin hilgirtin. Dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Terorîst Erdogan", "Tirkiye fînanse dike, DAIŞ qetil dike" hatin gotin. Navenda Civaka Demokratîk , AKM Giessen, Yekîtiya Piştevaniya Êzîdiyan û Kurdistan jî tevlî bûn.

'JI TIŞTÊN RÛ BIDIN AKP BERPIRSYAR E!'

Di axaftinên mîtîngê de, hat xwestin ku Ocalan tavilê bê azadkirin û got: "Divê AKP tavilê dest ji vê helwesta xwe berde.” 

Di mîtîngê de Komkujiya Pirsûsê hat şermezarkirin û hat diyarkirin li pişt komkujiyê AKP heye. 

...