Li Fransayê 284 hezar zarok di bin parastina dewlet

Li welatên Ewropayê, ku şîdeta li hemberî zarokan gelek zêde ye, li Fransayê hejmara zarokên ji aliyê dewletê ve bi tedbîrên cuda tên parastin nêzî 300 hezarî.

Mala Şopandinê ya Zarokên Di Bin Xeterereyê de ya Navneteweyî (ONED) raporek amade kir û di raporê de diyar kirin ku hejmara zarokên xistine bi parastinê zêde dibin û wiha got: “Ji dawiya sala 2012’an heta niha, 284 zarok di bin parastina dewletê de bûn û hejmara zarokan li gorî sala beriya vê ji sedî 3 zêde bûye.

Di raporê de zêdebûneke din ya balê dikişîne jî rêjeya aydê dema piştî sala 2003’an ne. Di 2003’an de zarokên temenê wan di navbera 0-17’an de  ji sedî 17’ê wê di bin parastina dewletê de bû û ev di sala 2012’an de derket ji sedî 19,5’yî.

Li gorî vê ji 284 hezar zarokî tevî ku sedî 53 di bin parastina dewletê de ne jî bi malbatên xwe re dijîn.  Beşa ku maye jî li yurdên aydê dewletê  an jî malbatên ku hatine diyarkirin, tên bicihkirin.

Ciwanên temenê wan di navbera 18-20’î de yên di bin parastinê de 21 hezar û 500 e û beşeke mezin ya van ciwanan li Yurdan hatine bicihkirin.

Li gorî raporê li hinek bajaran  li hinek bajaran zarokên xistine bin tedbîreke parastinê ji sedî 10,5 û li hinek bajaran jî digihêje ji hezarî  38’an.

Li Meclîsa Fransayê pêşnûmeqanûna têkildarî perwerdehiya zarokên di bin parastinê de û ewlad hatine dayîn, tê nîqaşkirin.  Rapora ONED’ê ya têkildarî şîdeta li ser zarokan jî duh pêşkêşî hikûmetê hat kirin.

Li aliyê din jî lêkolîna ku ji aliyê şîrketa Harris Interactive  hatiye kirin de li Fransayê ji sedî 14 mezinan yên li Fransayê di zarokan xwe de rastî şîdetê hatine û şîdet jî ji malbat û derdora xwe ya nêz ve dîtine.