Li Enstîtuya Kurdî ya Efrînê 440 şagirt perwerde dibînin
Li Enstîtuya Kurdî ya Efrînê 440 şagirt perwerde dibînin
Li Enstîtuya Kurdî ya Efrînê 440 şagirt perwerde dibînin
Li Enstîtuya Wêje û Zimanê Kurdî ya Viyan Amara, 440 şagirt li ser ziman, wêje, çand û dîroka Kurdî perwerde dibînin. Li enstîtuyê her wiha lêkolînên zanistî tên kirin û semîner tên dayîn.
Enstutiya Wêje û Zimanê Kurdî ya Viyan Amara ku demek beriya niha li Efrînê hate vekirin, di demeke kurt de bandorek mezin çêkiriye. Li enstituya ku bi xebatên ziman dest bi bernameyên xwe kir, heta niha 440 kesan ji bo fêrbûna ziman navên xwe dane nivîsandin. Piştî qeydkirina navan dest bi pewredeyê hatiye kirin. Perwerde jî, li gorî sîstema salekê hatiye plankirin.
Li gorî vê sîstemê, perwerde wekî 2 demsalan tê dayîn. Di navbera herdu demsalan de jî 20 roj navber heye. Di dawiya her demsalek perwerdeyê de jî ji bo şagirtinan ezmûn tên çêkirin. Her wiha dersên dîrok û wêjeya kurdî jî têne dayîn.
Ji bilî xebatên perwerdeyê, di bin banê enstîtuyê de beşên lêkolîn, wêje, muzîk, govend û werzîşê jî hatine vekirin. Her beşek ji van jî, ji bo perwerde û lêkolîna di mijara xwe de xebatan dimeşîne.
Rêvebera Enstutiyê Rewandoz Tarî der barê armanca enstîtuyê û xebatên wê de agahî dan ANHA’yê. Rewandoz Tarî, diyar kir armanca enstîtuyê pêşxistina ziman, wêje û çanda kurdî ya di warê zanistê de ye. Rewandoz Tarî, destnîşan kir ku ew di vê çarçoveyê de ji bilî perwerdeyan xebatên lêkolîn û zanistê jî dimeşînin.
Rewandoz, anî ziman ku perwerdeya ziman li gorî asta şagirtan tê dayîn û ev agahî dan: “Di demsala yekemîn de asta yekem û duyem a ziman tê dayîn. Di vê demsalê de şagirt fêrî xwendin û nivîsandinê dibin. Di demsala duyemîn de jî asta sêyem a ziman tê dayîn. Yanî rêziman fêrî şagirtan tê kirin.”
Rewandoz destnîşan kir ku ji bilî ziman perwerdeya wêje û dîroka kurdî, çand, muzîk, govendê jî tê dayîn û got ku bi van dersan ew dxwazin dîrok, wêje û çanda rasteqîn a kurdî fêrî civakê bikin. Rewandoz anî ziman ku li ser hemû mijaran jî car caran semîneran li dar dixin.