Li Efrînê Yekemîn Mîhrîcana Zarokan
Li Efrînê Yekemîn Mîhrîcana Zarokan
Li Efrînê Yekemîn Mîhrîcana Zarokan
Li Efrînê bi diruşma “Kenê zarokan dê wekî sembola hêvî û aştiyê bimîne” yekemîn mîhrîcana zarokan hate lidarxistin. Mîhrîcan diyarî zarokên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane hate kirin.
Mîhrîcana ku ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Efrînê ve hate organîzekirin, bi beşdariya sedan zarok û malbatên wan, bi rêzgirtinê destpê kir. Endama Koordînasyona Yekîtiya Star Çîçek Diyar di mîhrîcanê de axivî û êrîşên komên çete û komkujiyên li dijî zarokan şermezar kirin. Çîçek Diyar her wiha bal kişand ser bandora êrîşan a li ser derûniya zarokan.
Endamê Navenda Çand û Hunerê Menan Ebdo jî li ser girîngiya mîhrîcanê û rola wê ya di kenê zarokan de axaftinek kir.
Piştî axaftinan şanoyek bi navê, “Em zarokên Kurdistanê ne” hate pêşkêşkirin. Şanoyê bal kişand ser êrîş û komkujiyên komên çete yên li dijî zarokan û got, divê li dijî van zarok bêne parastin.
Di mîhrîcanê de komên “Koma Engîzek ya bajarê Efrînê, Koma Şehîd Diyar a navçeya Şêrewa, Koma Şehîd Ferhad a navçeya Cindirêsê, Koma Şehîd Berfîn a navçeya Reco, Koma Şehîd Avesta ya navçeya Şera û Koma Şehîd Dijwar a navçeya Mabeta” stran, govend û şano pêşkêş kirin.
Mîhrîcan bi belavkirina diyariyan a ji bo zarokan bidawî bû.