Li Efrînê Enstîtuya Ziman û Wêjeya Kurdî hate vekirin
Li Efrînê Enstîtuya Ziman û Wêjeya Kurdî hate vekirin
Li Efrînê Enstîtuya Ziman û Wêjeya Kurdî hate vekirin
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li herêma Efrînê bi alîkariya Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê, Enistutiya Ziman û Wêjeya Kurdî ya ‘’Şehîd Viyan Amara’’ bi beşdariya sedan xwendekar û nûnerên siyasî, bi merasîmekê vekir.
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) piştî Qamişlo, li herêma Efrînê bi alîkariya Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê, Enstîtuya Ziman û Wêjeya Kurdî ya ‘’Şehîd Viyan Amara’’ bi beşdariya sedan xwendekar û nûnerên siyasî, bi merasîmekê vekir. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Rêveberiya Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê Welîd Bekir axivî û diyar kir ku vekirina Enstîtuya Ziman û Wêjeya Kurdî ji bo gelê Rojava gaveke dîrokî ye. Bekir got, "Ji ber ku bi dehan salan ji aliyê rêjîma desthilatdar ve siyaseta tunebûn û pişaftina zimanê kurdî tê meşandin, pêwîst e zimanê kurdî were pêşxistin û bibe zimanê perwerdekirinê."
Der barê şêwazê tevlîbûna şagirtan a ji bo Enstîtuyê Bekir got ku her kesekî bawernameya amadeyî girtibe dikare tevlî Enstîtuyê bibe û tê de 2 salan were perwerdekirin. Piştî 2 salan eger di ezmûnên Enstîtuyê de biserket dê bawernameya Enstîtuya Ziman û Wêjeya Kurdî werbigire.
Bekir diyar kir ku ev Enstîtu dê ji bo Ziman û Wêjeya Kurdî bibe ronahî.
Endama Rêveberiya Saziya Zimanê Kurdî Aytan Şêx Seîd jî li ser girîngiya vekirina Enstîtuyê axivî û got ku piştî demek dirêj ku siyasetên pişaftinê ji aliyê hikûmeta desthilatdar ve li ser gelê kurd û zimanê kurdî hate meşandin, ji bo pêşerojeke azad ev gaveke pir mezin e.
Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Bedran Çiya jî axaftinek kir û got parastina zimanan parastina civakê ye.
Her wiha ji aliyê Komîteyên Desteya Bilind a Kurd, Meclîsa Niştîmaniya Kurd, Saziya Parastin û Fêrkirina Zimanê Kurdî axaftin hatin kirin. Piştre ji aliyê Navenda Çand û Hunerê û Komeleya Nûpel ya sêwiyan birûskeyên pîrozbahiyê hatin xwendin.
Piştî axaftinan deriyê Entîtuyê ji aliyê Dayîkên Aşitiyê ve hate vekirin.
Merasîm bi folklora Koma Amara û Şanoya bi navê Zimanê Dayîkê bi dawî bû.