Li Efrînê dema çinîna sêv û hirmiyan

Efrîn, tevî ku ji çar aliyan ve dor lê hatiye girtin, bi axa xwe ya bi xêr û bêr têra xwe dike û roj bi roj mezin dibe.

Xwezaya Efrînê, bi biharê re fêkiyên demsalî her tim di wexta xwe de pêşkêşî mirovên li herêmê kir. Piştî bihîv, alûce û gilyazan, niha jî sêv û hirmî tên çinîn.

Li bexçeyên fêkiyan ên li nehiya Basûte, ku bi deh kîlometreyan dûrî navenda Efrînê ye, serdema çinîna sêv û hirmiyan dest pê kiriye. Xwediyên bexçan, nava rojê li nava bexçeyên xwe dijîn û bi vî rengî li ber in. Jin û mêr fêkiyên bexçeyê xwe didin hev, zarok jî li dora wan digerin. Ji ber ku fêkiyên li bexçeyan zêde ye, xwediyên bexçeyan nikarin pê re bigihên, lewma ji xwe re karker peyda kirine.

'TEVÎ HEWLDANÊN DAGIRKERÎ Û AMBARGOYÊ JÎ EM Ê TESLÎM NEBIN'

Ev hemû fêkiyên li Efrînê şîn dibin, ji ber ku dor li herêmê hatiye girtin, li bazara navxweyî tê xwarin, firotin. Berê fêkiyên li vê derê li gelemperiya Sûriyeyê û li Lîbyayê jî dihatin firotin. Xwediyê yek ji van bexçeyan Hecî Baha wiha dibêje:

"Erdê Efrînê bi xêr û bêr e. Bi her celebî fêkiyan dide me. Li vê derê gelek cureyên fêkiyan hene. Zarokatiya me li van bexçeyên fêkiyan derbas bû. Niha jî em di nava vê bihuştê de dijîn. Dora Efrînê niha ji ailyê Tirkiyeyê û çeteyên wê ve hatiye girtin. Dixwazin vê derê dagir bikin. Sedema herî mezin a ji bo daxwaza dagirkirinê jî, berhemdariya axa Efrînê ye. Ji ber ku nikare dagir bike, bi rêya ambargoyê hewl dide me teslîm bigire. Em ê teslîmî dagirkerî û ambargoyê nebin."

'EV AX TÊRA ME DIKE'

Yûsûf Mûhammet ku weke karkerekî li bexçe dixebite got, "Ez gelekî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê mam. Li wir jî bi giranî di karê bexçeyan de xebitîm. Ev du sal in naçim. Min biryar da ku êdî qet neçim. Ev ax bi her awayî têra me dike ku em xwe pê xwedî bikin."