Li Edeneyê welatparêzek rastî êrîşê hat

Li Taxa Gulbahçe ya Edeneyê li hemberî welatparêzê bi navê Hamît Denlî yê 50 salî ku dikana wî tupan heye êrîş pêk hat.

Li Taxa Gulbahçe ya Edeneyê li hemberî welatparêzê bi navê Hamît Denlî yê 50 salî ku dikana wî ya tupan heye êrîş pêk hat.

Duh şev li Edeneyê piştî endamê Huda Par’ê Ethem Turkben hat kuştin, êrîşa çekdarî li hemberî Nûnertiya Taxa Dumlupinar a HDP’ê ya navçeya navendî ya Seyhanê hat kirin. Piştî wê êrîşê li hemberî Hamîd Denlî (50) yê li Taxa Gulbahçe li nêzîkî Navenda Tenduristiyê dikana tupan dixebitan jî êrîş pêk hat.

Li gorî agahiyên hatine girtin, du kesên bi kask bi motorsîkleteke ku plaqeya wê nehat girtin hatin pêşiya dikanê, ketin hundirê dikanê û Hamît Denlî gulebaran kirin. Êrîşkar bi motorsîkleta ku pê hatibûn  ji cihê bûyerê dûr ketin.

Esnafên cîran dema dengên çekan bihîstin êrîş ferq kirin, Denlî rakirin Nexweşxaneya Başûr a Edeneyê ya Taybet. Piştî mudaxaleya destpêkê hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya Denlî giran e.