Li dijî qirkirina lawiran a li Kurdistanê bang

50 komele û federasyon diyar kir ku li Kurdistanê lawirên kûvî tên qirkiri, banga hestyariyê kirin.

Têkildarî qirkirina lawirên kûvî yên li Çewlig û derdorî wê gelek rêxistinên civaka sivîl û saziyên civakî daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ji bo nêçîra 7 bizinên kûvî yên bi şax û 7 bizinên kûvî ya ji aliyê Wezareta Çandinî û Daristanê ve îhaleya wê hatiye girtin. Di daxuyaniyê de hate gotin li ser nerazîbûnan ev yek hatibû sekinîn lê li navçeya Gêxî li herêma Selenkê dîmenê nêçîra pezkûviyan hate kişandin.

Hate gotin ku li ser vê agahî ji jendermeyan re hatiye dayîn lê bersiva ku destûra nêçîrê hatiye dayîn hate gotin û ev hate gotin: “Wê 3 bizinên kûvî yên din jî bên nêçîrkirin.”

Di dewama daxuyaniyê de jî bal kişand bi çêkirina HES û bendavên li herêmê re demografî û avhewaya herêmê hatiye guhertin û got: “Li ser rêyên lawirên kûvî HES hatine avakirin û dema derbasbûna wan gelek lawirên kûvî di avê de dimirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî bang li rêxistin û saziyên civaka sivîl hate kirin ku li ber vê hestyar bin û bêjin; ‘raweste’.