Li dijî kana madenê gundî li ber xwe didin

Li Çemîşgezekê ya Dersimê gundî li dijî kana madenê ya bêdestûr derketin, rê girtin û nehiştin wesayitên bikevin hundir.

Tê xwestin ku li gundê Ekîrekê ya navçeya Çemîşgezekê ya Dersimê kana madenê were danîn, gelê li herêmê li dijî vê rabû. Hate diyarkirin destûra vekirina kana madenê ya şîrketa bi navê Gokalp Madenê nîne, ku dixwaze li dehma Merekler-Sekatir-Kiraçlarê kana madenê deyne. Peywirdarên fîrmayê sibehê zû ji bo ku sondajê bikin bi mekîneyên kar hatin herêmê.

Gundî çawa ku pê hisiyan ku peywirdar hatine herêmê, li hev kom bûn, nehiştin ku mekîneyên kar werin qada madenê.

Gundiyên ku dibêjin ew ê nehêlin li Dersimê xebatên madengeriyê were kirin li ber xwe didin.

Lijneya Parastina Mûnzûrê û Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin çawa ku gundî pê hisiyane ku mekîneyên fîrmaya Gokalp Madenê hatine herêmê li dij vê rabûne û nehiştine ku têkevin qadê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ew li cem gundiyan in û bang kir her kes li berxwedana gundiyan xwedî derkeve.