Li Dêrsimê çêkirina santralên nukleer hatin şermezarkirin

Meclîsa Gel a Dêrsimê ji bo santralên nukleer a Akkûyû û ya tê xwestin li Sînopê bê çêkirin, li Qada Seyîd Riza hatin gel hev û gotin, “Ji santralên nukleer re Na”.

Meclîsa Gel a Dêrsimê ji bo santralên nukleer a Akkûyû û ya tê xwestin li Sînopê bê çêkirin, li Qada Seyîd Riza hatin gel hev û gotin, “Ji santralên nukleer re Na”.

Di daxuyaniya bi pêşengiya Meclîsa Gel de nûnerên Civaka Sîvîl, namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu û girseyeke qerebalix amade bûn. Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn a li ser navê Meclîsa Gel daxuyanî xwend got, “Li ser teqîna santrala nukleer a Çernobîlê 29 sal derbas bûn. Me karesata santrala nukleer a berî niha 29 salan a di 15’ê Nîsanê de me ji bîr nekir û em encamên wê hê jî dijîn.”              

Altûn got ku tevî van karesatên ku rû dane jî evîna AKP’ê ya nukleer didome û bal kişand ser van xisûsan: “Muxalefeta ku dibêje em li dijî çêkirina santralên nukleer ên li Sînop û Mersînê ne di raastiyê de mîna AKP’ê xizmeta lobiyên nukleerî dikin.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê, girse ber bi buroya hilbijartinê ya HDP’ê meşiya.

...