Li Den Haagê Şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn, bomberdûman hat şermezarkirin

Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê bomberdûmana dewleta Tirk a li hember Herêmên Parastinê yen Medyayê hat şermezarkirin û şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn.

Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê bomberdûmana dewleta Tirk a li hember  Herêmên Parastinê yen Medyayê hat şermezarkirin û şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn.

Li Navenda Civaka Demokratîk a Den Haagê Weqfa Çand û Hunera Enternasyonal a Vardiyayê di çalakiyeke bîranînê de şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn.

Di bîranîna ku Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Hollanda piştgirî da, nûnerê saziya Hollandî Rode Morgen, nûnerê komîteya Fîlîpînî ya bi navê National Democratic Front Philippines (NDF), nûnertiya MLKP’ê ya Hollandayê, Serokê Federasyona Yekîtiya Elewiyan a Hollanda (HakDer)’ê Nûrettîn Altûndal, Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Den Haagê Cemîl Serhat amade bûn. Serhat di axaftina xwe de Komkujiya Pirsûsê bi tundî şermezar kir û diyar kir pêwîst e têkoşîn were mezinkirin.

Her wiha bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve jî hat şermezarkirin. Di axaftinan de peyama mezinkirina têkoşînê hat dayîn.

Di çalakiyê de axaftina Oguz Yuzgeç ê li Pirsûsê birîndar bû û dîmenên komkujiyê hatin nîşandan. Bîranîn bi dirûşmên, “Şehîdên şoreşê nemirin” û “Şehîd namirin”  bi dawî bû.