Li Cizîrê ji bo zimanê dayîkê 20 hezar daxwazname
Li Cizîrê ji bo zimanê dayîkê 20 hezar daxwazname
Li Cizîrê ji bo zimanê dayîkê 20 hezar daxwazname
Li navçeya Cizîr ya Şirnexê bi xwaza “perwerdeya zimanê dayîkê” 20 hezar daxwazname hatin komkirin û ji bo bişînin Wezareta Perwerdeya Netewî radestî Midûriyeta Perwerdeya Netewî ya Navçeyê hatin kirin.
Li navçeya Cizîr ya Şirnexê bi destpêkirina perwerdeya sala 2013-2014’an bidaxwaza “perwerdeya zimanê dayîkê” di çarçoveya kampanya îmzeyan ya dayî destpêkirin de 20 hezar û 250 daxwazname hatin komkirin. Şaxa KURDÎ-DER ya Cizîrê, BDP’a Cizîrê, Platforma Şaxên KESK’ê, MA-PER û endamên Platforma Emek bistandên vekirî û ji welatên taxan, îmze û daxwaznameyên bidaxwaza “Em perwerdeya zimanê dayîkê dixwazin” komkirîn, ji bo ji Wezareta Perwerdeya Netewî ya Tirk re bişînin radestî Midûriyeta Perwerdeya Netewî ya Navçeyê kirin.